Trump: Îran dixwaze peymanê bike lê ditirse eşkere bike

1 demjimêr berê
Nîşan Donald Trump Îran Şer Peyman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku Îran dixwaze peymanekê bike lê ji bo ku vê yekê ji raya giştî re eşkere bike dudilî ye û ditirse.

Donald Trump di çalakiya salane ya komkirina bexşîşan a Komîteya Kongreya Komariyan a Neteweyî de axaftinek kir.

Trump eşkere kir ku Îranî mijûlî dan û standinan in û dixwazin peymanekê mohr bikin.

"Ji kuştinê ditirsin"

Serokê Amerîkayê Trump li ser sedema eşkerenekirina van hewlên Îranê got:

"Ew ji gotina vê yekê ditirsin çimkî ew difikirin ku dê ji aliyê gelê xwe ve werin kuştin. Her wiha ew ji kuştina ji aliyê me ve jî ditirsin."

Trump diyar kir ku ew dê li şûna peyva "şer" îfadeya "operasyona leşkerî" bi kar bîne û wiha peyivî:

"Ew ji peyva 'şer' hez nakin çimkî ji bo bikaranîna wê divê tu destûrê bistînî.

Loma ez dê bêjim 'operasyona leşkerî.' Bi rastî ya ku diqewime jî ev e. Ji vê re wêrankirina leşkerî tê gotin."

Pençeşêra nukleer

Serokê Amerîkayê bal kişand ser bilindbûna bihayê enerjî û petrolê jî.

Trump da zanîn ku ev bandorên "kurtedem" ên operasyonê ne û ji bo wî ne girîng in.

Trump amaje bi çekên nukleer ên Îranê kir û got:

"Tiştê ku divabû me bikira, ji holê rakirina pençeşêrê bû.

Divabû me ev pençeşêrê bibiriya û biavêta. Pençeşêr Îrana xwediya çekên nukleer bû û me ew birî. Niha jî em dê karê wê biqedînin."

Êrişa bi 100 mûşekan

Donald Trump destnîşan kir ku Amerîka xwediyê artêşa herî mezin a cîhanê ye û alavên herî baş ên leşkerî hildiberîne.

Trump daxuyand ku hêzên Amerîkayê rê li ber êrişeke mezin a bi mûşekan a Îranê girtiye û pê de çû:

"Êrişî me kirin. Îranê 100 mûşek ber bi hedefeke ji bo me gelekî girîng ve berdan.

Ji ber hinek sedeman ez naxwazim bêjim ew hedef çi bû. Ew 100 mûşek di saetê de bi leza 2 hezar mîlî dihatin.

Ew ber bi wê hedefê girîng ve dihatin berdan. Hemû 100 mûşek yekser hatin xistin, li hewayê hatin tunekirin û ketin deryayê."

Rewşa dawî ya şer

Îsraîl û Amerîkayê 28ê Sibatê êrişî Îranê kir û ew êriş heta vêga jî didomin.

Îranê jî bi êrişên li ser Îsraîlê û baregehên Amerîkayê yên li Qeter, Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) û Behreynê bersiv dabû.

Di êrişên roja yekê yê Amerîka û Îsraîlê de Rêberê Îranê Elî Xamineyî û gelek rayedarên pilebilind hatin kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst