Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Îran dixwaze peymanê bike lê ji raya giştî re dibêjin ew pêşniyarê dinirxînin.
Trump hişyarî da Îranê û got, “Divê berî ku dereng bikeve cidiyeta xwe nîşan bidin, heke na dê encamên wê qet nebaş bin.”
Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê vê mijarê de peyamek belav kir.
Trump diyar kir ku kesên Îranî yên ku dan û standinan dikin "gelekî cuda û xerîb" in û wiha pê de çû:
"Ji ber ku ji aliyê leşkerî ve bi temamî ji holê hatine rakikirin û şansê wan ê vegerê tune ye, ji bo ku em peymanekê bikin 'lava dikin'.
Lê di daxuyaniyên xwe yên ji bo gel de tenê dibêjin em 'li pêşniyara we dinêrin'.”
Trump tekez kir ku divê Îran zûtir be cidiyeta xwe nîşan bide.
Wî bal kişand ser wê yekê ku eger wiha nebe dê vegera wê tune be û encamên wê dê giran bin.
Êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê
Dema ku dan û standinên di navbera Tehran û Washingtonê de didomiyan, Îsraîl û Amerîkayê 28ê Sibatê êrişeke leşkerî bir ser Îranê.
Îranê jî li hemberî vê yekê êrişî Îsraîlê û her wiha êrişî baregehên Amerîkayê yên li Qeter, Îmarat û Behreynê kir.
Di êrişên Amerîka û Îsraîlê de Rêberê berê yê Îranê Elî Xameneyî û gelek rayedarên bilind hatin kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse