Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Temyîzê ya Den Haagê jineke Holendî bi tohmeta 4 tawanên ku li Sûriyeyê û welatên din kirine, darizand û ew ceza kir.
Tawanên wê jinê endamtiya rêxistina terorê ya DAIŞê, amadekarî ji bo tawanên terorê, bi zanebûn hiştina zarokê xwe yê biçûk di rewşeke bêçare de û kolekirina jineke Êzidî ne.
Dadgehê 9 sal cezayê girtîgehê li wê jinê birî û biryar da ku tazmînat ji bo jina Kurd a Êzidî were dayîn.
Jina bi navê Hasna A. ya 34 salî 2015an li gel kurê xwe yê biçûk ji bajarê Enschedê berê xwe dabû Sûriyeyê da ku li "xîlafetê" bijî.
Li wir bi çekdarekî DAIŞê re zewicî û malbat ava kir.
Ew 4 salan li gel malbata xwe li herêma şer jiya.
Piştî ku 2019an derbasî kampan bû, 2022yan Holendayê ew ji Kampa Rojê ya Rojavayê Kurdistanê vegerand welêt.
Koletiya li dijî mirovahiyê
Wê jinê dema li Sûriyeyê bû, jineke Kurd a Êzidî ya ku ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandin, nêzîkî mehekê wekî kole bi kar anî.
Wê jinê ferman didan jina Kurd a Êzidî da ku karên malê bike.
Dadgehê piştrast kir ku ev tawan "koletî" ye û tawana li dijî mirovahiyê ye.
Zarok di rewşeke bêçare de hişt
Ji ber ku wê jinê 4 salan kurê xwe yê biçûk li herêma şer a DAIŞê hiştibû, kurê wê rûbirûyî gelek metirsiyan bûbû.
Dadgeha Temyîzê diyar kir ku wê bi vê helwesta xwe zarokê xwe di rewşeke bêçare de hiştiye.
Cezayê wê kêm bû
2024an dadgeheke herêmî 10 sal ceza li wê jinê birîbû.
Hem dozgeriyê û hem jî jinikê li dijî biryarê serî li dadgeha bilind da.
Dozgeriyê dîsa daxwaza 10 salan kiribû lê dadgehê ji ber ku di derbarê jinikê de hinek raporên "kêmbûna berpirsyariyê" hebûn, ceza daxist 9 salan.
Li aliyê din, dadgehê berevajî dadgeha pêşîn biryar da ku 15 hezar euro tazmînat bidin jina Kurd a Êzidî ya ku wekî kole hatibû bikaranîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse