Hewlêr (Rûdaw) - Nasnameya wî kesê ku di dema xwarina Komeleye Nûçegihanên Koşka Spî de li nêzîkî Serokê Amerîkayê Donald Trump gule reşandibûn eşkere bû.
Ew mamosteyekî jêhatî yê ji eyaleta Californiayê ya Amerîkayê ye û berê wekî dahênerekî derketiye pêş.
Cole Thomas Allenê 31 salî ew ciwan e ku hêzên ewlehiyê wekî gumanbarê sereke yê êrişa li salona Otela Washington Hiltonê diyar kiriye.
Cole Thomas Allen tevî çekan li nêzîkî wî cihê ku Donald Trump û berpirsên din ên Amerîkayê lê bûn hat desteserkirin.
Allen li şirketa C2 Educationê mamosteyê dersên xurtkirinê bûye.
Tiştê ku bala medyayê kişandiye ew e ku Kanûna Pêşîn a 2024an ji aliyê heman şirketê ve wekî "mamosteyê mehê" hatibûye hilbijartin û pesnê karên wî hatibûye dayîn.
Piştgiriya ji bo Kamala Harrisê
Amarên fermî yên hilbijartinên Amerîkayê (FEC) nîşan didin ku Allen Çiriya Pêşîn a 2024an 25 dolar wekî alîkarî daye kampanyaya Kamala Harrisê ku namzeda Demokratan a serokatiya Amerîkayê bû.
Allen tenê ne mamoste bû, wî di heman demê de lîstikên elektronîk jî çêdikirin.
Wî lîstikeke bi navê Bohrdomê li ser platforma Steamê belav kiriye.
Her wiha ew li ser bipêşxistina lîstika xwe ya duyem a bi navê First Lawê dixebitî.
Heta niha polîs û saziyên ewlehiyê li ser sedemên wî mamosteyî yên ji bo êrişê ti daxuyanî nedane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse