Rapirsiya nû ya li Almanyayê: AfD bi ji sedî 28an bû partiya yekem

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan AfD Almanya Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa lêkolînên raya giştî ya Almanyayê INSAyê rapirsiyek çêkir.

Li gorî rapirsiyê, partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) rêjeya dengên xwe derxistiye ji sedî 28an û ev rêje wekî rekorekê tê dîtin.

Partiya rastgira tund AfDyê rêjeya dengên xwe gihand ji sedî 28an.

Bi vê encamê, AfDyê ferqa di navbera xwe û bloka mihafezekar de derxist 4 puanan.

Bi vê ankêta şirketa INSAyê, AfD gihîşt rêjeya herî bilind a dengên xwe yên heta niha.

Dengên partiyên din

Li gorî nûçeya Oksijenê, rêjeya dengên Partiya Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) ya Friedrich Merz neguherî û di ji sedî 24an de ma.

Rêjeya dengên Partiya Keskan puanekê daket û dengên wan bûn ji sedî 12.

Rêjeya dengên Partiya Sosyaldemokrat (SPD) di ji sedî 14an de ma û Partiya Çep jî bi ji sedî 11ê li pey wê ye.

Ji bo hikûmetê ji sedî 45 pêwîst e

Ji sedî 11ê dengan diçe partiyên ku nikarin bikevin parlamentoyê.

Ji ber vê yekê, ji bo avakirina hikûmetê divê partiyên ku bendê derbas dikin herî kêm ji sedî 45ê dengan bistînin.

Şirketa INSAyê ev ankêt di navbera 20 û 24ê Nîsanê de çêkir.

Di ankêtê de pirsa "Heger vê Yekşemê hilbijartin çêbibe hûn dê dengê xwe bidin kê?" ji hezar û 203 kesan hate kirin.

Îhtimala hevpeymanên 3 partiyan

Partiyên din naxwazin bi AfDyê re tifaqê bikin.

Li gorî ankêtê, heger ev helwesta wan bidome, dê tenê koalîsyonên 3 partiyî karibin hikûmetê ava bikin.

Li gorî ankêtê encamên koalîsyonên îhtimal wiha ne: Dengên koalîsyona CDU/CSU, SPD û Keskan digihêje ji sedî 50yî. Dengên tifaqa CDU/CSU, SPD û Partiya Çep jî di ji sedî 49an de dimîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst