Trump: NATOyê em bi tenê hiştin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Donald Trump NATO Amerîka Îran Pakistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew bawer dike Çîn alîkariya Îranê dike, lê dikare "gelekî zêdetir" alîkariyê bike.

Serokê Amerîkayê diyar kir ku ew ji Çînê gelekî bêhêvî nîne, çimkî wekî wî gotî, Amerîka jî alîkariya xelkê din dike, ji bo mînak Ukraynayê.

Rexneya li NATOyê û serkirdayetiya Îranê

Trump ji kanala Fox Newsê re axivî. Trump got ku wan heta asteke bilind karî bereya tundrew a di nav hikûmeta Îranê de tune bikin.

Wî got eger pêwîst bike, ew dê bi lez tiştên ku mane jî tune bikin. Trump amaje pê kir ku serkirdayetiya Îranê "gelekî ecêb e û ti hevahengiyeke wan nîne."

Trump bi tundî rexne li hevpeymaniya NATOyê girt û got:

"Em gelekî ji NATOyê nerazî ne, NATO li gel me nebû. Me bi salan xizmeta wan kir û trîlyon dolar xerc kirin lê dema ku me alîkariyeke kêm xwest, ew li wir nebûn."

"Binesaziya petrolê ya Îranê li ber teqînê ye"

Serokê Amerîkayê li ser hilweşîna sektora petrolê ya Îranê hişyarî da.

Trump ragihand ku ji ber dorpêçan Îran nikare petrola xwe li depoyan yan li keştiyan biparêze.

Serokê Amerîkayê îdîa kir ku xetên veguhastina petrolê yên di bin erdê de "diteqin."

Trump got Îranî dibêjin sê rojên wan mane berî ku binesaziya wan a petrolê biteqe got:

"Ti carî nabe ku mîna berê were sererastkirin, heke were sererastkirin jî dê tenê ji sedî 50yê şiyana xwe ya berê hebe."

Xeta sor a Amerîkayê û dan û standinên Pakistanê

Donald Trump li ser hewlên terorê yên li dijî xwe diyar kir ku ew dizane karê wî metirsîdar e lê ew bi karê xwe dilxweş e.

Serokê Amerîkayê got, "Heke tu serokekî bibandor bî, tu hîn zêdetir di metirsiyê de yî. Piraniya serokan ne bibandor in û wî karê ku divê bikin nakin."

Trump tekeziyê li ser xeta sor a welatê xwe kir û got:

"Divê em rê li ber Îranê bigirin da ku nebe xwediya çeka atomî.

Çimkî hemû cîhan û em dikevin metirsiyê. Heke ew bibin xwediya çeka atomî, Îsraîl dê di nava çend xulekan de tune bibe."

Trump derbarê dan û standinên aştiyê yên li Pakistanê de sedema betalkirina geşta şandeya xwe eşkere kir.

Donald Trump got ku geşt 17-18 saetan dikişîne û biryar bû roja sêşemê bicivin.

Trump got, "Em dê êdî vê nekin, hemû kart di destê me de ne. Heke daxwaza wan a axaftinê hebe, dikarin pêwendiyê bi me re deynin, telefon heye."

Serokê Amerîkayê rêza xwe ji bo Serokwezîr û Serokerkanê Pakistanê kir û got:

"Divê di peymanê de hebe ku Îran nabe bibe xwediya çeka atomî, nexwe ti sedem ji bo civînê nîne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst