Erdogan û Trump bi telefonê axivîn

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Recep Tayyîp Erdogan Koşka Spî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, ji ber hewldana êrişa çekdarî ya li Washingtonê bi telefonê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re axivî.

Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê li ser hûrguliyên peywendiyê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, Erdogan ji ber wê êrişa ku di dema xwarina nûçegihanên Koşka Spî ya li Washingtonê de pêk hatibû, ji Trump re daxwaza silametiyê kir.

"Êrişeke li dijî azadiya medyayê ye"

Erdogan di peywendiyê de destnîşan kir ku ew vê bûyerê wekî çalakiyeke nefretê ya li dijî demokrasî û azadiya çapemeniyê dibîne.

Her wiha Serokkomarê Tirkiyeyê ji bo wî karmendê ewlehiyê yê ku di êrişê de birîndar bûye daxwaza şîfaya bi lez kir.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst