Li Almanyayê kûçikên leşkerî bi bêhna koronayê hatin perwerdekirin

27-07-2020
RÛDAW
Nîşan Almanya Coronavirus Kuçik
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Almanyayê, kûçikên leşkerî yên taybet li ser bêhna koronayê hatine perwerdekirin. Ew niha bi rêjeyeke zêde, bi rêya bêhnê dikarin nexweşên koronayê nas bikin.

Di encama lêkolînekê de, kûçikên ku berê di nava artêşê de bo karên taybet dihatin bikaranîn, hatin perwerdekirin û niha ew dikarin bêhna koronayê nas bikin.

Dibistana Bilind a Veterneriyê ya Hannover, Zanîngeha Pizîşkiyê û pisporên ji Zanîngeha Hamburg-Eppendorf bi hev re lêkolînek li ser kûçikan encam dan û piştî perwerdeya heftiyekê segên perwerdekirî karîbûn nimûneyên nexweşên Sars-CoV-2 ji yên din cuda bikin.

Ji bo vê lê lêkolînê, ji navenda perwerdekirina kûçikan a Ulmen ku ser bi artêşê ve ye, 8 seg hatin hilbijartin. Li gorî encamên ku di kovareke pizîşkî de belav bûne, ew kûçik piştî perwerdeya heftiyekê birine ser nimûneyên testa koronayê yên ku ji 1092 kesan hatine wergirtin û wan bi rêya bêhnkirinê ji sedî 94 derxistine kîjan negatîf e û kîjan pozîtîf e.

Kûçikên perwerdekirî ji sedî 83yê nimûneyên negatîf û ji sedî 96ê nimûneyên pozîtîf bi rêya bêhnê nas kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst