Moskova (Rûdaw) – Hevserokê Partiya Demoratîk a Gelan Selahedîn Demîrtaş ji Rûdawê re ragihand ku wî negotiye bila Şingal nekeve ser Herêma Kurdistanê û wiha got: “Şingal ne tenê beşek ji Kurdistanê lê dilê Kurdistanê ye!”
Şandeke HDPê bi serokatiya Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş, ev 5 roj in li Rûsiyayê ye û bi hinek rayedarên rûs û aliyên din re hevdîtin pêk aniye.
Ajansa fermî ya Rûsiyayê, Russia Today (RT), îro li paytext Moskovayê civîneke rojnamevnaiyê ji şanda HDPê re organîze kir.
Di civînê de Demîrtaş piştî ku li ser serdan û hevdîtinên xwe li Moskovayê axivî, bersiva pirsên rojnamevanan jî da. Rûdawê jî hinek tişt ji Demîrtaş pirsî.
Hevserokê HDPê di bersiva vê pirsa Rûdawê de ku qesta we ji serdana Rûsiyayê çi bû? diyar kir ku qesta wan ji serdana Rûsiyayê ew e ku pêwenidyên Rûsiya û kurdan bihêz bibin her wiha dixwazin Rûsiya piştgiriya doza kurd û çareserkirina pirsgirêka kurd bike.
Rûdawê li ser daxuyaniyên Demîrtaş ên li ser Şingalê ku li Başûr rastî nerazîbûnê hatiye, jî pirsî.
Demîrtaş, dilgiraniya xwe li ser vê yekê anî ziman ku daxuyaniyên wî bi xeletî hatine nîşandan û şirovekirin çimkî qesta wî ew nebûye ku nabe Şingal bibe beşek ji Herêma Kurdistanê belkî wî gotiye bila Şingal ji însafa Bexdayê re neyê hîştin.
Demîrtaş destnîşan kir ku Şingal ne tenê beşek ji Kurdistanê ye lê “dilê Kurdsitanê ye”.
Selahedîn Demîrtaş her wiha got ku wî gotiye eger Şingal neket ser Herêma Kurdistanê nabe bikeve ser Bexdayê jî û divê bibe herêmeke xweser û wiha axivî: “Dostên me yên Başûr dizanin ku helwest û nêrîna min li ser Şingalê çawaye.”
.jpg)
Peyamnêrê Rûdawê Xalid Husên-Demîrtaş (Moskova)



