Şingal (Rûdaw) - Bi armanca parastina çand û hunera resen, li Şingalê Festîvala Dengbêjî û Govendê tê lidarxistin.
Di festîvalê de hinek dengbêj û stranbêjên ji Şingal, Xaneqîn, Hewlêr, Kerkûk û Silêmaniyê bi deng û awazên xwe yên resen û hestên cuda beşdar bûn û hunerên xwe pêşkêş kirin.
Festîval di bin dirûşma "Berdewamiya deng û tevgerên dîrokî" de tê lidarxistin û dê du rojan bidome.
Govenda Şingalî û Silêmaniyê yek ji beşên taybet ên festîvalê bû.
“Cihê dilxweşiyê ye em ciwanan li vir dibînin”
Meqambêj Belên Faris ji Kerkûkê beşdarî festîvalê bûye.
Wî kêfxweşiya xwe anî zimên û got:
“Ez ji Kerkûkê hatime Festîvala Dengbêjî û Govendê ya li Şingala ezîz. Ev cara yekem e ku ez beşdar dibim û cara yekem e ez Şingala delal dibînim.
Cihê dilxweşiyê ye ku em dibînin ev hemû ciwan beşdar bûne. Ji bo me gelekî cihê dilxweşiyê ye ku em çanda xwe ya resen dibînin.”
“Ev kar ji bo pêkvejiyanê girîng e”
Meqambêj Seyîd Heyder Berzincî jî ku ji Xaneqînê hatiye girîngiya festîvalê ya ji bo pêkvejiyanê destnîşan kir û got:
“Ez meqambêj im û ji bajarê Xaneqînê hatime. Ez beşdarî Festîvala Dengbêjî û Govendê bûme.
Bi rastî karekî gelekî ciwan e û şanazî ye ku ez dikarim li bajarê Şingala delal û her tim xweragir bi meqamên herêma Xaneqînê beşdar bibim.
Ev karê hunerî û pêkvejiyanê ye û gelekî girîng e ku ev kar li Şingalê û bajarên din bê kirin.”
“Armanca festîvalê avakirina pireke çandî bû”
Yek ji rêkxerên festîvalê Fehed Herbo li ser armanca lidarxistina vê çalakiyê axivî û got:
“Yek ji armancan ew bû ku pireke çandî di navbera me û xelkê Başûrê Kurdistanê de bê avakirin da ku em dengbêjiya hevdû bibînin, govendên hevdû bibînin û têkilî û dostaniya çandî çêbibe.”
Keç û jinên destrengîn çanda Êzidiyan nîşan didin
Li aliyekî din ê festîvalê, keç û jinên destrengîn jî karên xwe yên destî yên ku çanda Êzidiyan nîşan didin pêşkêş kirin.
Xwediya pîşeyê destî Dilvîn Seydoyê li ser beşdariya xwe wiha got:
“Ez gelekî kêfxweş im ku derfet çêbû ez berhemên xwe li vir nîşan bidim û karê xwe yê destî bidim nasîn.
Ez gelekî kêfxweş im ku ez tiştên me yên folklorî çêdikim, wekî boxçikên beratan û tifal ku min çêkirine û anîne vir ji bo ku nîşan bidim.”


