Trump hişyarî da Îraqê: Eger hûn Malikî hilbijêrin em dê alîkariyê bibirin

58 xulek berê
Nîşan Donald Trump Malikî Îraq Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê egera hilbijartina Nûrî Malikî ya ji bo posta serokwezîriya Îraqê hişyariyeke tund da.

Trump got, "Eger Malikî were hilbijartin Amerîka dê êdî alîkariyê nede Îraqê."

Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê daxuyaniyek belav kir û bertek nîşanî hewldanên anîna Nûrî Malikî da.

"Hilbijartineke gelekî xirab"

Trump di peyama xwe de wiha got:

"Ez dibihîzim ku welatê mezin Îraq, bi ducare anîna Nûrî Malikî ya wekî Serokwezîr, dibe ku hilbijartineke gelekî xirab bike.

Dema dawî ya ku Malikî li ser desthilatê bû, welat kete nav xizanî û kaoseke tam. Nabe ku destûr were dayîn ev yek ducare bibe."

"Şansê Îraqê sifir e"

Donald Trump gefa birîna alîkariyên Amerîkayê xwar û got:

"Ji ber polîtîka û îdeolojiyên wî yên dînane, eger were hilbijartin, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dê êdî alîkariyê nede Îraqê.

Eger em ne li wir bin ku alîkariyê bikin, şansê Îraqê yê serkeftin, xweşguzeranî û azadiyê SIFIR e. ÎRAQÊ DUCARE MEZIN BIKIN!"

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst