Rapor: Rubio ji Şeybanî re gotiye heta Mezlûm Ebdî nebe civîn çênabe

1 demjimêr berê
Nîşan Marco Rubio Mezlûm Ebdî Esed Şeybanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî raporeke nû, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio beriya ku li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî re bicive, şertek daniye pêşiya wî.

Malpera Al-Monitorê ragihand ku Rubio ji Şeybanî re gotiye, "Eger Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di nava şandeya Sûriyeyê de nebe, civîn qet çênabe."

Piştî vî şertê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê, Mezlûm Ebdî li gel Îlham Ehmedê beşdarî civînê bû û li milê rastê yê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê û li hemberî Rubio rûnişt.

Çima Rubio ev yek kir?

Çavkaniyan ji Al-Monitorê re diyar kiriye ku armanca sereke ya Rubio di vê gavê de razîkirina Kongreya Amerîkayê bûye, ne guherîneke bingehîn di siyaseta Amerîkayê ya li hemberî HSDyê.

Kongre ji helwesta hikûmeta Ehmed Şer a li hemberî pêkhateyên wekî Elewî û Durziyan û êrişên meha borî yên artêşê yên li dijî Kurdan gelekî dilgiran bûye.

Şer 6ê Kanûna Paşîn li Helebê dest pê kir û piştre hêzên hikûmetê êrişî deverên di bin desthilata HSDyê yên li Rojavayê Kurdistanê û herêmên din ên bakurrojhilatê Sûriyeyê kir.

Vîdeoyên kiryarên xerab ên hêzên hikûmeta Sûriyeyê yên li hemberî şervanan Kongre hêrs kiribû.

Rola Lindsey Graham û telefonî Trump

Senatorê Komariyan Lindsey Graham ku hevalê nêzîk ê Trump e, bi senatorên Demokrat re pêşniyaryasaya "Parastina Kurdan" amade kir da ku cezayên giran li ser Sûriyeyê bisepînin.

Li gorî raporê, rola Lindsey Graham gelekî mezin bûye.

Graham di jûrekê de bi Trump re bûye dema ku Serokê Amerîkayê telefonî Ehmed Şer kiriye û ji wî xwestiye ku êrişan rawestîne û di peymanê de şertên baştir ji bo Kurdan deyne.

Peymana nû û paşeroja HSDyê

Bi zexta Amerîkayê peymaneke nû hat kirin ku ji ya berê cuda ye.

Peymana berê Tirkiyeyê piştgirî didayê û daxwaza teslîmbûna temam a Kurdan dikir.

Lê di vê peymana nû de, HSD bi temamî nayê hilweşandin, wekî çar lîwayan dimîne.

Her wiha artêşa Sûriyeyê naçe nav bajar û gundên Kurdan lê li gel vê yekê jî behsa ti cureyeke xweseriya nenavendî ji bo Kurdan nehatiye kirin.

Pisporên ku ji Al-Monitorê re axivîne hişyariyê didin ku nabe Kurd zêde pişta xwe bi Kongreyê girê bidin, ji ber ku dibe piştevaniya wan demkî be.

Pisporê Siyaseta Rojhilata Navîn Alan Makovsky got, "Kongre li gorî bayê tevdigere û eger krîzek derkeve, dibe ku bi hawara Kurdan ve neçe."

Al-Monitorê her wiha diyar kir ku vekişîna hêzên Amerîkayê ya ji Sûriyeyê berdewam dike û eger heye ku bi temamî vekişin, ev yek jî metirsiyeke mezin li ser Kurdan çêdike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Brad Cooper / Wêne: Arşîv

Fermandarê CENTCOMê vebijêrkên êrişê danîn ber Trump

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser vebijêrkên êrişeke gengaz a li hemberî Îranê agahdar kir