Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew ji pêvajoya danûstandinên li gel Îranê ne dilxweş e.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro beriya ku ji Koşka Spî biçe Teksasê ji rojnamegeran re axivî û li ser rewşa dawî ya dan û standinên di navbera Washington û Taranê de daxuyanî da.
Birêvebirê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde jî di nav rojnamegeran de bû.
"Ez ji dan û standinên bi Îranê re ne razî me"
Rojnamegerekî ji Trump pirsî, “Hevdîtinên bi Îranê re çawa bi rê ve diçin? Ma hûn ji rûdanên heyî razî ne?”
Trump ev bersiv da û got, “Na, ez ne razî me. Ew naxwazin tiştê ku divê bidin, bidin.
Ji ber vê yekê ez ne razî me. Em dê bibînin ka dê çi bibe. Em dê paşê biaxivin.”
Trum li ser pirsa “Pêwîst e hûn çi bi dest bixin?” jî got, “Îro hevdîtineke me ya din heye. Na, ez bi vî awayî ne razî me.
Min nedixwest ku ez hêza leşkerî bi kar bînim. Lê carnan hûn neçar dimînin ku bi kar bînin."
"Pêwendiyên min û Pakistanê gelekî baş in"
Derbarê şerê navbera Afganistan û Pakistanê jî pirsa "Gelo her du welatan ji we xwest ku hûn midaxeleyî aloziyan bikin?" ji Trump hat kirin.
Trump da zanîn ku pêwendiyên wan û birêvebiriya Îslamabadê di rewşeke baş de ne.
Trump got, "Min dê midaxele bikira lê pêwendiyên min û Pakistanê gelekî baş in.
Serokwezîrekî pir baş heye. Bi dîtina min Pakistan karên gelekî baş dike."
Metirsiya şer a li Rojhilata Navîn
Rojnamegerekî pirsî, “Gelo metirsî heye ku ev êriş li Rojhilata Navîn veguherin şerekî dirêj û dijwar?”
Trump ev bersiv da, “Her tim metirsiyek heye. Dema ku şer derkeve, hem di tiştên baş hem jî di yên xerab de metirsî heye.
Eger wan bi rastî bi niyeteke baş û bi wicdanî dan û standin bikirana dê gelekî baş bibûya... Lê ew nagihîjin wê derê.”
Trump diyar kir ku berê operasyonên li dijî Qasim Silêmanî û Ebûbekir Bexdadî serkeftî bûn.
Wî anî zimên ku Amerîka dixwaze serkeftinên xwe yên leşkerî yên li herêmê bidomîne.
"Ne diyar e bê dê li Îranê rejîm biguhere yan na"
Trump destnîşan kir ku guherîneke gengaz a rejîmê ya li Îranê ne diyar e.
Wî da zanîn ku pêvajo hîn zelal nebûye û ew dê rûdanan bişopînin.
"Artêşa Amerîkayê artêşa herî mezin a cîhanê ye"
Trump got ku artêşa herî mezin a cîhanê ya Amerîkayê ye û wan nexwestiye vê artêşê bi kar bînin.
Serokê Amerîkayê bal kişand ser wê yekê ku ew dê hîn bibînin ka dê bi Îranê re çi bibe û pêvajo didome.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse