Ragihandina Peru: 2.3 ton maddeyên hişbir dê bo Tirkiyê bihata şandin

27-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Callao yê Peruyê hêzên ewlekariyê dest danîn ser 2.3 ton maddeyên hişbir û rahigandina Peruyê îdîa kiriye ku ew bar bo Tirkiyê dihat şandin.

Dozgeriya Komarê ya Peruyê bi koordînasyona Tîmên Narkotikê yên Tevgera Polîsan li bajarê Callao yê nêzîkê Lîmaya paytext operasyonek pêk anîn û di encam de dest danîn ser 2 ton û 310 kîlo kokaîn ku di nav seramîkan de hatibû veşartin. Herwiha çavkaniyên herêmê yên Peruyê îdîa dikin ku ew bar bo Tirkiyê dihat şandin.

Piştî eşkerekirina operasyonê çend saziyên ragihandinê yên li Peru, Arjantin, Brezilya, Bolivya, Şilî, Îspanya û Amerikaya Latîn îdîakirin ku dê ew madeyên hişbir bo Tirkiyê bihata şandin.

Li Peruyê Mijdara 2022an jî kesekî bi navê Cengiz Guner ê welatiyê Tirkiyê ji ber xwestibû 1.5 ton kokain di nav zeyta soyayê de bişîne Tirkiyê hatibû girtin. Bi giştî di nav wê salê de tîmên narkotîkê dest danîbûn ser 22 ton kokain.

Li gor amarên fermî yên Peruyê di salekê de nêzîka 400 ton kokaîn tê berhemanîn. Li gor Rapora Maddeyên Hişbir a Cihanê-2023an piştî welatê Kolombiya berhemanîna maddeya koka %26ê wê li Peruyê tê çêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst