Washington (Rûdaw) - Nûnerê Daîmî yê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Îbrahîm Olabî di daxuyaniyeke taybet de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku hikûmeta nû ya Sûriyeyê ji bo vegerandina wan mafên ku rejîma berê ji Kurdan standibûn dixebite.
Îbrahîm Olabî pesnê biryarên "wêrek" ên serkirdayetiya Kurdan û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) da û diyar kir ku ev biryar ji bo parastina mafên wan û yekbûna li gel dewleta Sûriyeyê girîng in.
Îbrahîm Olabî li Foruma Enerjiyê ya Amerîka-Sûriyeyê ya ku li navenda Atlantic Councilê ya li Washingtonê hat sazkirin pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde bersivandin.
Forum bi hevkariya Encumena Bazirganiyê ya Amerîka-Sûriyeyê hatibû organîzekirin.
Di forumê de bal hate kişandin ser sektora enerjiyê, bipêşketina aboriyê û pêywendiyên Amerîka û Sûriyeyê.
Her wiha Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack jî gotara sereke pêşkêş kir.
Samana petrolê û rola HSDyê
Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde li ser çavkaniyên petrolê yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û beşdariya HSDyê ya di birêvebirina wan de pirs ji Olabî kir.
Îbrahîm Olabî di bersiva xwe de got:
"Beriya her tiştî ez silavê li wêrekiya gelê Kurd, serkirdayetiya Kurdan û HSDyê dikim.
Wan biryarên wêrek dan ku mafên Kurdan diparêzin.
Ev biryar dê daxwazên wan ên ji bo nasname, gihîştina xizmetguzariyan, çavkanî û mafên çandî dabîn bikin."
Olabî destnîşan kir ku ev yekbûn niha bi pratîkî tê bicîhanîn û anî ziman:
"Hema bêje hemû wezîr çûne Bakur û Rojhilat û dest bi pêywendiyan kirine.
Niha li wan deveran lehî heye. Wezareta Hawarçûnê li wir e û çi ji destê wan were dikin.
Ev ew Sûriyeya ku em dixwazin bibînin e; Sûriyeyeke bi hêz û yekgirtî ya ji bo hemû pêkhateyan."
Mafên Kurdan û desthilata berê
Balyozê Sûriyeyê li ser mafên Kurdan ên di Sûriyeya nû de eşkere kir ku ew dê li ser vê rêya niha bimeşin û ragihand:
"Ji roja yekem ve Serok Ehmed Şer eşkere gotiye ku heger mijar mafên Kurdan be, ne lazim e ku dilopeke xwînê jî were rijandin."
Olabî rexne li desthilata berê ya Şamê girt û got:
"Em niha di rewşeke wisa de ne ku ji rejîma berê ji me re maye.
Di dema wê rejîmê de gelek mafên gelê Kurd dihatin redkirin.
Ji ber wê em bi vegerandina van mafan gelekî kêfxweş in."
Her wiha wî da zanîn ku biryarnameya serokatiyê ya bi hejmara 113an mafên dîrokî yên Kurdan misoger kirine û qal kir ku beşdariya Kurdan a di saziyên hikûmeta nû de didome û got:
"Ev civîn û pêywendî li gel kesayetên Kurd ên di Komîsyona Dadweriya Veguhêz, Komîsyona Hilbijartinê û saziyên din de her tim hene."
Sûriye wekî navenda enerjiyê
Îbrahîm Olabî di forumê de behsa hewildanên ji bo veguherandina Sûriyeyê ya navendeke herêmî ya enerjiyê kir û got:
"Divê pêkhateyên cuda yên Sûriyeyê werin cem hev û ji bo Sûriyeyeke yekgirtî bixebitin.
Bi vî rengî em dikarin sûdê ji çavkaniyên cuda wergirin."
Olabî di dawiyê de anî ziman:
"Deverên cuda yên Sûriyeyê xwedî çavkaniyên cuda ne, wekî bender, petrol û çandinî.
Sûriye di warê enerjî, hinartin, hawirdekirin û samana xwezayî de dewlemend e.
Gava yekem ji bo me yekbûn e.
Divê birêvebirineke baş, saziyeke birêxistinkirî û qanûnên baş hebin da ku em bikarin bi hev re bixebitin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse