Rûdaw Diyaspora dest bi weşanê dike

2 demjimêr berê
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kurdên Diyasporayê Rûdaw Tora Medyayî ya Rûdawê Rûdaw Diyaspora
A+ A-

Roja 28ê Adara 2026an dê bibe rojeke nû di dîroka medyaya Kurdistanê de li diyasporayê. Sibe diyasporaya Kurdistanî dê bibe xwedî medyayeke taybet bi navê (Rûdaw Diyaspora). Proje ji bo vê qonaxê dê li ser torên civakî be. Pêwîstiya vê projeyê bi hevkariya hemû Kurdistaniyan heye.

Ji bo heyama 6 salan, ji sala 2020an ve programeke televîzyonê ya heftane bi navê (Diyaspora) ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdawê ve tê pêşkêşkirin û berdewam dike. Bi zêdekirina rûpelên (Rûdaw Diyaspora) li ser torên civakî, proje derbasî qonaxeke nû dibe.

Ji destpêka damezrandina xwe ve Rûdawê giringî daye diyasporaya Kurdistanî. Ji sala 2008an ve Heftenameya Rûdawê, wekî tekane rojnameya Kurdistanê, rûpeleke taybet ji bo diyasporayê veqetand; pişt re heftenameyeke taybet jî ji bo diyasporayê bi navê “Rûdaw – Çapa Ewropayê” li Frankfurtê çap kir û li gelek welatên Ewropayê belav kir.

Ji dema damezrandina Tora Medyayî ya Rudawê û heta îro, her dem nûçe û jiyana rojane ya diyasporaya Kurdistanî li ser televîzyona Rûdaw, radyoya Rûdaw û dîjîtal medyaya Rûdawê cih girtiye.

Ew balpêdan ji ber wê yekê bû ku diyaspora beşek bû ji dîtina karê rojnamevaniyê yê Rûdawê ji bo bihevgirêdanaa hemû Kurdistaniyan li Kurdistanê û li hemû cîhanê bi nûçe û zanyariyên hevpar.

Diyasporaya Kurdistanî hêzeke mirovî ya mezin e, nifşên nû yên Kurd li diyasporayê xwedî şiyan, peywendî û têkeliyeke berfireh in.

Çawa ku diyasporaya Kurdistanî di dirêjahiya 100 salên borî de piştevaneke mezin a Kurdistanê bûye, hêza wê îro roj hê bi bandortir e.

(Rûdaw Diyaspora) ne tenê nûçeyan vediguhêze, cureyên cuda yê xizmetguzariyan jî pêşkêşî Kurdistaniyên diyasporayê dike. Ji niha û pê ve dê medyayeke diyasporayê hebe ku bersiva pêwîstî û pirsên wan bi zimanê Kurdî û Îngilîzî bide. Ji bo ku têgihiştina wan bersivan ji bo diyasporayê hêsan bibe, em Dê hemû zanyariyan bi Kurdî (Kurmanciya jorîn û jêrîn) û Îngilîzî belav bikin.

Em ji vir bang li diyasporayê û dezgehên Kurdî yên li diyasporayê dikin ku beşdarî serkeftin û alîkariya vê yekemîn medyaya Kurdî bibin ku em ji bo diyasporayê radigihînin.

Ji bo gihandina nûçeyên nav civakên xwe, bi rêya telefon an jî rûpelên "Rûdaw Diyasporayê" bi me re biaxivin. Em li benda nûçeyên serkeftin, çalakî, xwenîşandan, şîn û şahiyên we ne.

Pir giring e ku bi têbînî û pêşniyarên xwe projeyê dewlemendtir û baştir bikin.

Tora Medyayî ya Rûdawê


27ê Adara 2026an

Dusseldorf – Almanya

Telefona Diyasporayê
00491736666046

Rûpelên Rûdaw Diyasporayê li ser torên civakî:

Facebook
https://www.facebook.com/profile.php?id=61577649322927

Instagram
https://www.instagram.com/rudaw.diaspora/

YouTube
https://www.youtube.com/@rudaw-Diaspora

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst