Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ragihand ku hikûmeta welatê wî pêşbînî dike operasyona leşkerî ya li dijî Îranê di nava du heftiyan de biqede.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê her wiha diyar kir ku ew dikarin bêyî şandina hêza bejayî bigihin armancên xwe.
Marco Rubio piştî civîna wezîrên karên derve yên G7ê ya li Fransayê ji rojnamegeran re axivî.
Rubio li ser dema bidawîhatina operasyona li dijî Îranê got ku ew pêşbînî dikin di nava du heftiyên bê de bi dawî bibe.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê li ser armancên şer got ku artêşa welatê wî dikare bêyî şandina hêza bejayî ya ji bo nav Îranê bigihe hemû armancên xwe.
Rubio her wiha eşkere kir ku Wezareta Şer a Amerîkayê amade ye çek û teqemeniyên xwe ji Ukraynayê veguhêze Rojhilata Navîn da ku di vê operasyonê de bi kar bîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse