Erdhejeke bi hêza 6,2 pileyan Japonya hejand

2 demjimêr berê
Nîşan Japonya Erdhej Hokkaido Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî Ajansa Nûçeyan a Kyodoyê, îro li Girava Hokkaido ya Japonyayê erdhejeke bi hêza 6,2 pileyan çêbûye.

Saziya Keşnasiyê ya Japonyayê ragihand ku erdhej serê sibehê çêbûye û kûrahiya erdhejê 83 kîlometre ye.

Rewşa binesazî û santrala atomê

Heta niha li ser birîndarbûn an jî zererên binesaziyê ti agahî nehatine ragihandin.

Saziya Keşnasiyê ew îhtîmal red kir ku ev erdhej bi hişyariyên dawî yên li ser metirsiya erdhejeke bihêztir a li herêmê ve girêdayî be.

Rayedaran eşkere kir ku li Santrala Atomê ya Tomariyê ti rewşa neyînî nehatiye dîtin.

Hinek seferên trênan ên navxweyî yên li peravên Okyanusa Pasîfîk ên li Hokkaidoyê hatin rawestandin lê seferên trênên bilez ên Hokkaido Shinkansenê asayî didomin.

Erdhejeke din çêbûbû

Divê were gotin ku Saziya Keşnasiyê ya Japonyayê hişyarî dabû.

Beriya hefteyekê li eyaleta Aomoriyê ya li bakurrojhilatê Japonyayê erdhejeke bi hêza 7,7 pileyan çêbûbû û li ser metirsiya erdhejeke mezin a nû hişyarî hatibû dayîn.

Hokkaido jî yek ji wan 7 herêman e ku ji bo wan hişyarî hatibû dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst