Eraqçî piştî Pakistanê çû Rûsyayê: Pêwîst e em berjewendiyên xwe biparêzin

2 demjimêr berê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê ragihand ku di dan û standinên piştî şerê 40 rojî de, armanca wan ew e ku berjewendiyên welatê xwe biparêzin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî piştî ziyareta xwe ya li Îslamabada paytexta Pakistanê, ji bo hevdîtinên fermî çû bajarê St. Petersburgê yê Rûsyayê.

"Hevrêziya bi Rûsyayê re giring e"

Ebas Eraqçî li wir ji televîzyona dewletê ya Îranê re axivî û ziyaretên xwe yên li Pakistan û Umanê nirxandin.

Eraqçî diyar kir ku ew ji bo bipêşxistina peywendiyên dualî û şêwirîna li ser mijarên herêmî û navneteweyî çûye Rûsyayê.

Wî tekez kir ku di vê qonaxê de hevrêziya di navbera Tehran û Moskowê de xwedî cihekî taybet e.

"Muzakereyên Îslamabadê berhemdar bûn"

Eraqçî derbarê ziyareta xwe ya Îslamabadê anî ziman ku gelekî berhemdar bûye û mijarên derbarê dan û standinên di navbera Îran û Amerîkayê de hatine gotûbêjkirin.

Eraqçî got, "Piştî berxwedana 40 rojan, pêwîst e em mafên gelê Îranê bi dest bixin û berjewendiyên welatê xwe biparêzin."

Giringiya Tengava Hurmizê

Eraqçî derbarê serdana xwe ya Umanê jî destnîşan kir ku Îran û Uman xwediyê peravên Tengava Hurmizê ne.

Eraqçî anî ziman ku ji ber ewlehiya derbasbûnê ya ji Tengava Hurmizê bûye mijareke cîhanî, divê her du welat di nava hevrêziyê de bin.

Her du welatan li ser wê yekê li hev kir ku di asta pisporan de şêwirînên xwe bidomînin.

Tê plankirin ku Eraqçî îro li Rûsyayê bi hevtayê xwe Sergey Lavrov û bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re hevdîtinan pêk bîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst