Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li bajarê St. Petersburgê bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re civiya.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di hevdîtina xwe de diyar kir ku gelê Îranê ji bo serweriya xwe bi wêrekî û qehremanî têkoşînê dimeşîne.
Putin tekez kir ku Rûsya dixwaze pêwendiyên xwe yên stratejîk ên bi Îranê re bidomîne.
Peyama Xamineyî
Putin da zanîn ku wî hefteya borî ji Rêberê Olî yê Îranê Ayetulah Mucteba Xamineyî peyamek wergirtiye û got:
"Ez ji we rica dikim ku hûn spasiyên min ên herî jidil bigihînin û piştrast bikin ku Rûsya jî wekî Îranê di wê nêtê de ye ku pêwendiyên xwe yên stratejîk bidomîne.
Ji kerema xwe re ji bo vê peyamê spasiyên min û her wiha daxwazên min ên tenduristî û serkeftinê bigihînin Rêberê Bilind ê Îranê."
Putin destnîşan kir ku ew hêvîdar in gelê Îranê dê vê qonaxa zehmet derbas bike û dê aştî pêk were.
Serokê Rûsyayê amaje bi wê yekê jî kir ku ew dê li gorî berjewendiyên Îran û welatên din ên herêmê, ji bo ku di demeke herî kurt de aştî were Rojhilata Navîn, çi ji destê wan were ew dê bikin.
Eraqçî: Em dê li ber xwe bidin
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî daxuyand ku gelê Îranê bi saya wêrekiya xwe li hemberî êrişkariya Amerîkayê li ber xwe daye û dê li ber xwe bide.
Eraqçî ji ber piştgiriya wan a ji bo Îranê spasiya Putin û Rûsyayê kir.
Wezîrê Îranî li axaftina xwe zêde kir ku pêwendiyên di navbera Moskow û Tehranê de hevkariyeke stratejîk pêk tînin û ev pêwendî dê xurttir bibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse