Navenda Nûçeyan – Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Jim Mattis ragihand ku peywendiyên wan ên leşkerî yên bi Tirkiyê neketiye bin bandora gefên Serokê Amerîkayê Donald Trump û cîgirê wî Mike Pence.
Jim Mattis eşkere kir ku peywendiyên leşkerî yên Amerîkayê yên bi Tirkiyê re, neketiye bin bandora gefên dorpêçkirina Tirkiyê yên Donald Trump û peywendiyên wan ên leşkerî bi awayekî baş berdewam e.
Serokê Amerîkayê Donald Trump û cîgirê wî Mike Pence duh di daxuyaniyên xwe de diyar kiribûn ku eger Keşe Andrew Brunson demildest neyê azadkirin, dê dorpêç deynin ser Tirkiyê.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî li ser gefên Amerîkayê, li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandibû: “Kes nikare zextê li Tirkiyê bike. Em li ber gefên ti kesî bêdeng namînin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse