Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Wezareta Berevanî ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov ragihand, ku Amerîka xwe amade dike li Sûriyê bixe û got: “Keştiyên şer li wan deran hatine bicîhkirin ku bikarin li Sûriyê bixin.”
Berdevkê Wezareta Berevanî ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov aşkere kir, ku her kêliyê dibe Amerîka bi riya keştiyên şer êrîşî Sûriyê bike.
Îgor Konaşenkov di daxuyaniyeke çapemeniyê de da xuyakirin, ku keştiyên şer ku hejmareke zêde ya mûşekên Tomahawk hildigrin, li Derya Spî bicîh bûne û amade ne li Sûriyê bidin.
Konaşenkov got: “Keştî roja 25ê Tebaxê li Deryaya Spî hatine bicîhkirin. Ya diyar ew e, ku armanca van keştiyan lêdana Sûriyê ye.”
Berdevkê Wezareta Berevanî ya Rûsyayê herwiha diyar kir: “Keştiyên şer li wan deran hatine bicîhkirin ku bikarin li Sûriyê bixin. Şêwirmendên taybet ên brîtanî jî di bicîhkirina keştiyan de alîkarî didin.”
Bi gotina Îgor Konaşenkov hejmareke din ê keştiyên şer ên amerîkî jî niha li nêzîkî Kendava Besrayê hatine bicîhkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse