Navenda Nûçeyan – Parlementera HDPê ya Amedê Feleknas Uca, 7emîn Xelata Rûmetê ya Jinan a Clara Zetkin werdigre.
Bi boneya 8ê Adarê Roja Kedkarên Jin ên Cîhanê, ji bo rûmetdayîna jinên serkevtî li Almanyayê, Xelata Rûmetê ya Jinan a Clara Zetkin tê pêşkêşkirin.
Îsal 3ê Adarê roja înê li Berlînê bi merasîmekê ji Feleknas Uca re ev xelat dê were dayîn.
Xelata Clara Zetkin ji aliyê Partiya Çep a Almanyayê (Die Linke) ve pêşkêşî wan jinan dikin ku ew ji bo mafên jinan bûne mînak.
Herwiha Clara Zetkin ew jin e ku li Almanyayê mafên jinan parastiye û ew yekem jin e ku ramana pêkanîna rojekê ya bi navê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pêşniyar kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse