Ehmed Şer diçe Almanyayê: Parlamenterên Kurd hişyarî da Merz

6 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Almanya Ehmed Şer Serdan Parlamenter Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer roja duşemê dê bigihêje Berlînê û bi Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz re bicive.

Ev serdan di Parlamentoya Almanyayê (Bundestag) de bûye sedema nîqaşeke tund û parlamenterên partiyên cuda bi rêya Rûdawê daxwazên xwe li hikûmeta welatê xwe dikin.

Qasim Tahir: Divê Merz dan û standinan li ser mafên Kurdan bike

Parlamenterê Partiya Keskan û Serokê Koma Parlamenterên Kurd li Bundestagê Qasim Tahir Salih ji nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê re axivî.

Qasim Tahir tekez kir ku nabe nasnameya Kurdî were rawestandin û got:

"Gelekî girîng e ku Şêwirmendê me (Merz) di dema hevdîtina bi Şer re de behsa rewşa Kurdan a li Helebê bike.

Kurd li Sûriyeyê ji bo maf û nasnameya xwe şer dikin û êrişên niha yên hikûmeta Sûriyeyê yên li ser wan bi ti awayî nayên qebûlkirin."

Serdar Yuksel: Divê Merz ji Şer re bibêje mafên neteweyan biparêze

Parlamenterê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Serdar Yuksel serdana Şer wekî "pirsgirêk" bi nav kir û got ku gelek kes li vir jê ne razî ne.

Yuksel amaje pê kir û anî ziman:

"Divê Merz bi zelalî ji Şer re bibêje ku mafên kêmîneyên olî û neteweyî û ewlehiya fizîkî ya welatiyan were garantîkirin.

Tiştê li Helebê qewimî nabe ducare bibe, eger na ti hevkarî bi welatên Rojava re çênabin."

Cansu Ozdemîr: Vexwendina Şer şermezariyeke mezin e

Parlamentera Partiya Çep Cansu Ozdemîrê daxwaza betalkirina vexwendinê kir û got nabe "xalîçeya sor" ji bo Şer were raxistin û got:

"Şer rêya xwe ya borî hilbijartiye ku rêya El Qaîde û Eniya Nusrayê ye.

Komkujiya Kurd, Durzî û Elewiyan ev yek îsbat kir.

Hikûmeta Almanyayê dixwaze bi rêya rêkeftinê çavên xwe li van tawanan bigire ku ev şermezarî ye li hemberî wan kesên ku şerê DAIŞê kiriye."

Ozdemîrê daxwaza naskirina xweseriya Rojavayê Kurdistanê wekî gaveke demokratîk kir.

Ferhat Koçak: Nabe hevkariya terorîstan were kirin

Parlamenterê din ê Partiya Çep Ferhat Koçak rexne li bêdengiya Almanyayê girt û got:

"Şer berpirsyarê kuştina Kurd, Êzidî, Elewî û Xirîstiyanan e.

Divê Merz li ba Kurdên Helebê bisekine ne ku bi terorîstan re be."

Koçak her wiha rexne li Tirkiyeyê girtin ku piştgiriya Şer dike û daxwaz kir ku li Almanyayê jî miameleya "tawankaran" bi Kurdan re neyê kirin û dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" niha bi kirdarî were bicihanîn.

Ev nerazîbûnên li Parlamentoya Almanyayê di demekê de ne ku hefteya borî Artêşa Ereban a Sûriyeyê êrişî taxên Kurdan ên li Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê kiribû ku bû sedema koçberbûna zêdetirî 159 hezar kesan.

Parlamenterên Almanyayê bawer dikin ku miameleya hikûmeta Merz a bi Ehmed Şer re ya bi mebesta vegerandina penaberan, cureyek e ji paşguhxistina wê "komkujiyê" ku li hemberî Kurd û pêkhateyên din hatiye kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst