Lehiyan ferman li serê Brezîlyayê rakir

11 demjimêr berê
Nîşan Lehî Brezîlya Mirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Brezîlyayê ji ber barana zêde lehî rabû û hejmara miriyan gihişt 68an.

Hat diyarkirin ku ji 23yê Sibatê ve baraneke tund li herêmê dibare.

Saziya Agirvemirandinê ya Eyaleta Minas Geraisê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li bajarên Juiz de Fora û Ubayê termên nû hatine dîtin.

Li gorî agahiyan, li bajarê Juiz de Forayê 62 kes û li bajarê Ubayê jî 6 kes mirine.

Tîmên rizgarkirinê li 5 kesên winda digerin.

Her wiha ji ber herikîna axê gelek xanî hilweşiyane û xisarên mezin çêbûne.

Hişyariya lehiyên nû hat dayîn

Navenda Hişyarî û Şopandina Karesatên Xwezayî ya Neteweyî (Cemaden) jî daxuyaniyek belav kir.

Cemadenê ragihand ku dê baran bidome û derbarê egera lehiyên nû hişyarî da.

Rayedarên eyaletê û yên federal ji bo alîkariya mexdûran ketine nava tevgerê.

Gelek tîmên parastinê yên sivîl, hêzên ewlehiyê û xebatkarên tenduristiyê çûne herêmên lehiyê.

Serokdewletê Brezîlyayê Luiz Inacio Lula da Silva berê daxuyaniyek dabû.

Lula da Silva destnîşan kiribû ku ew dê ji bo kesên bê mal mane pakêteke nû ya alîkariyê bişînin şaredariyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst