Pentagon plan dike ku 10 hezar leşkerên din bişîne Rojhilata Navîn

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Pentagon Leşker Rojhilata NAvîn Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Eger Donald Trump razî bibe, dibe ku 10 hezar leşkerên din ên Amerîkayê ji bo Rojhilata Navîn werin şandin.

Wê demê hejmara leşkerên Amerîkayê yên li herêmê dê bibe nêzîkî 67 hezaran.

Li gorî rapora Wall Street Journalê, Pentagon li ser şandina 10 hezar leşkerên din ên bejahî ji bo Rojhilata Navîn dişêwire.

Ev hêz dê tevlî 5 hezar hêzên deryayî û 2 hezar leşkerên fîrqeya 82yan a paraşûtê ya hêzên asmanî bibin ku berê fermana veguhastina wan ji bo herêmê hatibû dayîn.

Beriya ku şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê dest pê bike, li baregehên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn derdora 50 hezaran leşkerî hebûn.

Amerîkayê 2003yan ji bo kontrolkirina Îraqê 150 hezar leşker bi kar anîbû.

Loma ev 67 hezar leşker li beramberî rûberê mezin ê Îranê hejmareke kêm tê dîtin.

Erkên hesas ên Amerîkayê

Wall Street Journal diyar dike ku li gorî vîzyona îdareya Trump, ne pêkan e ku ev hêz ji bo kontrolkirina hemû Îranê werin bikaranîn.

Dibe ku ev 17 hezar leşker (ên nû tên şandin) zêdetir ji bo hinek erkên hesas werin wezîfedarkirin.

Di nav van erkan de destdanîna ser uranyuma ku Îranê dewlemend kiriye, kontrolkirina giravên Ebû Mûsa, Tunba Mezin, Tunba Biçûk û girava Xarkê hene.

Eger Amerîka planeke bi vî rengî pêk bîne, armanc ew e ku guvaşan bixe ser Îranê da ku Tehran bi mercên wan razî bibe.

Rîskên operasyonê û hişyariyên fermandaran

Lê belê ev kar bê rîsk nîne. Amîralê teqawîtbûyî Mark Montgomery ji Wall Street Journalê re ragihand ku komkirina leşkeran li cihekî wekî girava Xarkê dê ji bo Îranê bibe derfeteke zêrîn da ku bi rêya mûşekên balîstîk û kruzê leşkerên Amerîkayê bike hedef.

Fermandarê berê yê CENTCOMê Joseph Votel jî diyar kir ku destdanîna ser uranyumê operasyoneke aloz e.

Votel got ku ev kar hewceyî endezyar û amûrên kolanê ye çimkî piraniya madenên di bin kavilên wan cihan de ne ku havîna borî hatibûn bombebarankirin.

Trump heta niha fermana êrişeke bejahî nedaye.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio roja înê li Fransayê ragihand ku ew dikarin bêyî hêzên bejahî jî bigihin armancên xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst