Li Deryaya Spî karesat: '6 koçberên Kurd mirin'

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Deryaya Spî Koçber Kurd Mirin Yunanistan Lîbya Raperîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmarek koçberên ku hatine rizgarkirin ji Parêzvanên Beravê yên Yunanistanê re ragihand, piştî ku 22 koçber 6 rojan di nava belemeke lastîkî de di deryayê de asê mane mirine.

Çalakvanekî koçberan diyar kir, "Guman heye ku 6 ji wan xelkê Herêma Kurdistanê bin."

Parêzvanên Beravê yên Yunanistanê ragihand, derengiya roja înê keştiyeke Ajansa Parastina Sînoran a Ewropayê (Frontex) 26 kes li nêzîkî girava Crîtê rizgar kirin ku di nav wan de jinek û zarokek hebûn.

Koçberên rizgarbûyî eşkere kir ku termên koçberên mirî avêtine nav deryayê.

Li gorî amarên Parêzvanên Beravê ku li ser gotinên rizgarbûyan hatiye amadekirin, belem 21ê Adara 2026an ji rojhilatê Libyayê ber bi Yunanistanê ve bi rê ketiye.

Termên koçberan avêtine deryayê

Çalakvanê koçberan ê li Ewropayê Renj Pişderî îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

"Hejmarek ji hevwelatiyan 7 roj berê ji Libyayê gotibû ku ew dê ber bi Îtalyayê ve bi rê bikevin û deng ji wan nema.

Dibe ku hemû di nav wê belemê de bin ku nîvê koçberên tê de xeniqîne."

Di daxuyaniya Parêzvanên Beravê de hat gotin ku koçberan di deryayê de rêya xwe winda kiriye û 6 rojan bê av û xwarin mane.

Her wiha hat diyarkirin ku termên koçberên xeniqî "bi fermana qaçaxçiyan avêtine deryayê."

Malbat bi hêviya 'girtîgehê' ne

Nasnameya 4 ji wan koçberên Kurd ên winda ji Rûdawê re hatiye şandin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, qaçaxçiyan ji malbatên wan 6 koçberan re gotiye ku kurên wan beriya ku ji Libyayê derkevin ji aliyê çekdarên Libyayê ve hatine girtin.

Loma malbat bi hêvî ne ku kurên wan "di girtîgehê de bin."

Renj Pişderî li ser vê mijarê her wiha got:

"Berê gelek ciwanên Kurd li Libyayê hatine girtin û derfet dane wan ku bi telefonê bi malbatên xwe re bipeyivin û nûçeya girtina xwe bidin.

Lê van 6 hevwelatiyan ti têkilî bi malbatên xwe re nekiriye.

Ji ber ku têkilî danenîne û dema derketina belemê û bêdengbûna van hevwelatiyan li hev tê, guman heye ku ew di nav wê belemê de bin."

Koçberên winda xelkê Raperînê ne

Du ji koçberên rizgarbûyî ji bo tedawiyê veguhastine nexweşxaneya bajarê Heraklîonê yê girava Crîtê.

Çalakvanê Kurd ê li Ewropayê da zanîn, polîsan tenê zanyariyên ji devê koçberên rizgarbûyî belav kirine, loma dê di paşerojê de zanyariyên zelaltir derbarê nasnameya koçberan de bi dest bikevin.

Ew hevwelatiyên ku ev 7 roj in winda ne, xelkê Îdareya Serbixwe ya Raperînê ya parêzgeha Silêmaniyê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst