Vassily Nebenzia: Em dixwazin Hurmiz were vekirin lê divê pêşî şer biqede

2 demjimêr berê
Namo Ebdullah
Namo Ebdullah
Nîşan Vassily Nebenzia Rûsya Tengava Hurmizê Îran Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Rûsyayê yê Neteweyên Yekbûyî ji Rûdawê re ragihand ku ew dixwazin Tengava Hurmizê were vekirin lê destpêkê divê şer raweste.

Nûnerê Rûsyayê yê Neteweyên Yekbûyî Vassily Nebenzia di bersiva pirseke Rûdawê de ragihand, "Em dixwazin Tengava Hurmizê were vekirin lê divê destdirêjî raweste û şer bi dawî bibe."

Rûdawê ji Nûnerê Rûsyayê yê Neteweyên Yekbûyî Vassily Nebenzia pirsî ku çima doh li gel nûnerên çendîn welatên din amade nebû dema wan daxwaza vekirina Tengava Hurmizê kir.

Vassily Nebenzia di bersivê de got ku ew kar berovajiyê rêrewa asayî ya rûdanan hatiye kirin.

Nûnerê Rûsyayê yê Neteweyên Yekbûyî Vassily Nebenzia pirsên nûçegihanê Rûdawê Namo Ebdulah bersivandin.

Rûdaw: Îmaratê ragihandiye ku ew dê ji OPEC Plusê vekişe. Helwesta Rûsyayê ya di vê derbarê de çi ye?

Vassily Nebenzia: Cara yekem e ez dibihîsim, bi rastî ez gelekî cidî me, cidî. Min berê nebihîstibû. Divê destpêkê ez nûçeyê bibihîsim. Bi her halî, min nebihîstiye.

Rûdaw: Baş e, nêrîna te li ser wê yekê çi ye ku doh dehan welatan daxwaza vekirina Tengava Hurmizê kir lê cenabê te li wê derê nebû?

Vassily Nebenzia: Em dixwazin Tengava Hurmizê were vekirin lê mebesta min ew e ji bo ku ev rû bide, divê destdirêjî were rawestandin û şer bi dawî bibe.

Rûdaw: Ma tenê ev pirsgirêka we bû ku hûn doh neçûn nav wê grûpê?

Vassily Nebenzia: Ji ber ku wan zincereya rûdanan serûbin kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst