Nûnerê Pakistanê: Dan û standinên aştiyê didomin

1 demjimêr berê
Namo Ebdullah
Namo Ebdullah
Nûnerê Pakistanê yê Neteweyên Yekbûyî Asim Îftîxar Ehmed / Wêne: Rûdaw
Nûnerê Pakistanê yê Neteweyên Yekbûyî Asim Îftîxar Ehmed / Wêne: Rûdaw
Nîşan Asim Îftîxar Ehmed Pakistan Amerîka Îran Dan û Standin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Pakistanê yê Neteweyên Yekbûyî Asim Îftîxar Ehmed diyar kir ku dan û standinên aştiyê yên di navbera Îran û Amerîkayê de didomin.

Asim Îftîxar Ehmed anî zimên ku welatê wî bi hemû aliyan re di nav têkiliyê de ye.

Nûnerê Pakistanê yê Neteweyên Yekbûyî Asim Îftîxar Ehmed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re daxuyaniyeke taybet da.

Ehmed pirsa "Çima heta niha gera duyem a civînên Îslamabadê nehatiye kirin û gelo ti pêşhateyên nû hene?" bersivand û got:

"Dan û standin didomin. Gotûbêj tên kirin û pêwendiya me bi hemû aliyan re heye."

"Dê were ragihandin"

Li ser pirsa "Dê kengî encamên dan û standinan û guherîn derkevin holê?" Asim Îftîxar Ehmed wiha bersiv da:

"Her gava ku bipêşketineke nû hebe dê were ragihandin."

Îslamabad navbeynkariyê dike

Ev daxuyaniya Balyozê Pakistanê di demekê de ye ku Îslamabad di navbera Tehran û Washingtonê de wekî navbeynkarekî sereke kar dike.

Pakistan hewl dide ku aloziyan kêm bike û dawî li wî şerî bîne ku 28ê Sibatê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de derket.

Nûnerê Pakistanê yê Neteweyên Yekbûyî Asim Îftîxar Ehmed nûçegihanê Rûdawê Namo Ebdulah bersivandin.

Rûdaw: Gelo derbarê dan û standinên aştiyê de ti bipêşketinên nû hene? Çima gera duyem a civînên Îslamabadê nehat kirin?

Asim Îftîxar Ehmed: Dan û standin didomin. Gotûbêj tên kirin û pêwendiya me bi hemû aliyan re heye. Ji ber vê yekê, her gava ku pêşhateyeke nû hebe dê were ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst