Ebas Eraqçî: Pêwendiyên me û Rûsyayê gihîştine lûtkeyê

6 demjimêr berê
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Hevdîtina şandeyên Îran û Rûsyayê / Wêne: Ji dîmenan hatiye girtin
Hevdîtina şandeyên Îran û Rûsyayê / Wêne: Ji dîmenan hatiye girtin
Nîşan Ebas Eraqçî Îran Rûsya
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li St. Petersburgê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Wezîrê Karên Derve Sergey Lavrov re civiya.

Eraqçî piştî hevdîtinê got, "Pêwendiyên me gihîştine lûtkeyê."

Eraqçî ragihand ku di vê serdema guherînên mezin ên herêmê de, pêwendiyên wan ên bi Moskowê re gihîştine lûtkeyê.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê tekez kir ku bûyerên dawî hêza hevkariya wan a stratejîk îspat kiriye û Tehran li piştgiriya Rûsyayê ya ji bo dîplomasiyê pêşwazî dike.

Eraqçî di daxuyaniya xwe de kêfxweşiya xwe nîşan da ku di demekê de ku herêm di nav guherînên mezin de ye, wî di asta herî bilind de bi Rûsyayê re gotûbêj kirine.

Eraqçî li ser pêwendiyên her du welatan got:

"Bûyerên dawî kûrî û hêza hevkariya me ya stratejîk ducare kirine.

Di demekê de ku pêwendiyên me her ku diçe geştir dibin, em spasdarê wê hevxemiyê ne û em li piştgiriya Rûsyayê ya ji bo dîplomasiyê pêşwaziyê dikin."

Ziyaret di qonaxeke hestiyar de ye

Ev ziyareta Eraqçî ya Rûsyayê di demekê de ye ku rûbirûbûna Amerîka û Îsraîlê ya li dijî Îranê ketiye qonaxeke hestiyar.

Tehran hewl dide bi rêya dîplomasiyê û hevpeymanên xwe yên stratejîk zextan kêm bike.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî roja duşemê sibeha zû gihîşt St. Petersburgê lê hevdîtina wî ya bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re êvarî derdora saet 16:30î dest pê kir.

Di hevdîtina protokolê de her du aliyan amaje bi girîngiya hevkariya stratejîk kir.

Hevdîtinên esasî li pişt deriyên girtî hatin kirin.

"Rûsya amade ye vegere ser peymanê"

Balyozê Mezin û Alîkarê Serokê Yekîtiya Dîplomatên Rûsyayê Andrey Baklanov li ser hevdîtinan nirxandin kirin.

Andrey Baklanov got:

“Daxwaza tevahiya civaka pisporan a li Rûsyayê ew e ku divê Rûsya alîkariya xwe ya ji bo Îranê, ango alîkariya teknîkî û leşkerî berfirehtir bike, heta alîkariya leşkerî jî pêşkêş bike.

Em dê biryara Kremlînê piştî van hevdîtinan bizanibin.

Lê eger em li ber çavan bigirin ku Kremlîn her tim guh dide nêrîna pisporan, diyar e ku ew dê wisa jî tevbigere.

Mijara veguhastina uranyuma zengînkirî û ava giran a Rûsyayê, hîn çend sal berê di çarçoveya gotûbêjên şeşalî de li ser hatibû lihevkirin.

Em niha amade ne vegerin ser heman peymanê ku me jî, Amerîkiyan jî, Ewropiyan jî û Îraniyan jî li ser li hev kiribû.”

"Çekên Rûsyayê yên zêde nînin"

Beriya serdana Eraqçî ya Rûsyayê, medyaya Amerîkayê ragihandibû ku Îran pêşniyar dike ku dan û standinên li ser bernameya wê ya nukleerl, radestkirina uranyuma zengînkirî û rawestandina bernameya nukleerê ji bo 10 salan bên bipaşxistin.

Alîkarê Birêvebirê Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn Nîkolay Suxov li ser mijarê axivî û got:

“Rûsya amade ye ku hem di mijara uranyumê de alîkariyê bide Îranê û hem jî di warê aborî, siyasî û dîplomasiyê de alîkariyê bike.

Lê ji bilî piştgiriya leşkerî. Lewra peymana me ya bi Îranê re li ser hevkariya stratejîk a di warê aborî de hatiye girêdan.

Wekî din jî li Rûsyayê çekên zêde jî nînin, her çi çek hene hemû di şerê Ukraynayê de tên bikaranîn, divê ev yek baş bê fêmkirin.”

Peskov: Îran bi pêşniyara me razî ye

Hefteya borî, Kremlînê ragihandibû ku Rûsya amade ye uranyuma zengînkirî ya Îranê qebûl bike.

Berdevkê Kremlînê Dmitri Peskov destnîşan kir ku Amerîkayê ev pêşniyara Rûsyayê red kiriye lê Îran pê razî ye.

Tevî vê yekê Peskov da zanîn ku daxwaz û berjewendiyên Tehranê jî hene ku ji bo gihîştina peymanekê divê li ber çavan bên girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst