JD Vance gumanê ji agahiyên Pentagonê dike

6 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan JD Vance Pentagon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance gumanê ji agahiyên Wezareta Şer a Amerîkayê dike.

Li gorî raporeke nû Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance, her tim ji wan agahiyan bi guman e ku Wezareta Şer (Pentagon) derbarê şer û asta cebilxane û embarên çekan pêşkêş dike.

Ew di wê baweriyê de ye ku rastî ji ya ku tê gotin metirsîdartir e.

Kovara The Atlanticê di raporeke xwe de diyar dike ku Vance di civîneke taybet de ya bi rayedarên pilebilind ên îdareya Trump re, gelek caran pirsên xwe yên li ser rastiya wan daneyan anîne zimên ku Pentagon derbarê asta cebilxane û mûşekan parve dike.

"Dibe ku qabîliyeta parastinê lawaz bibe"

Vance ne tenê gumanan nîşan dide di heman demê de fikarên xwe tîne zimên ku kêmbûna asta embarên çekan dibe ku qabîliyeta Amerîkayê ya ji bo parastina hevpeymanên wê yên li herêmên cuda yên cîhanê lawaz bike.

Wî bi taybetî bal kişandiye ser metirsiyên li ser Taywan, Koreya Başûr û welatên Ewropayê.

Di raporê de tê gotin, Alîkarê Serokê Amerîkayê di wê baweriyê de ye ku Pentagon derbarê kêmbûna mûşekên stratejîk de "wêneyekî bi temamî rast" nîşanî Serok Donald Trump nade.

Ev yek di demekê de ye ku Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth û rayedarên din ên Pentagonê tekez dikin ku embarên çekan ên welêt bihêz in û ti metirsî li ser wan nînin.

"Lêkolîneke hûrtir"

Çavkaniyên agahdar ji kovara The Atlanticê re ragihandiye ku Vance fikarên xwe gihandine Trump bi xwe jî.

Her wiha Vance xwestiye ku li ser awayê karkirina Pentagonê û wan agahiyên ku digihîjin Koşka Spî, lêkolîneke hûrtir were kirin.

Ev nakokiya navxweyî ya di navbera Alîkarê Serokê Amerîkayê û Wezareta Şer de, di demekê de ye ku Amerîka li gelek eniyên cuda bi aloziyên leşkerî re rûbirû ye.

Di heman demê de, mijara dabînkirina çekan ji bo hevpeymanan li navendên siyasî yên Washingtonê bûye mijara nîqaşên dijwar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst