NY: Îran bi şêweyekî sîstematîk mafên pêkhateyan binpê dike

28-10-2018
Mecîd Nizamedîn Gilî
Mecîd Nizamedîn Gilî
Nikki Haley: Îran zarokan bo bergiriya Esed dişîne Sûriyê
Nikki Haley: Îran zarokan bo bergiriya Esed dişîne Sûriyê
Nîşan Neteweyên Yekgirtî Îran Binpêkirin Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Neteweyên Yekgirtî (NY) dibêje, Îran bi şêweyekî sîstematîk mafên Kurdan û pêkhateyên olî û neteweyên wî welatî binpê dike. Nûnerê Neteweyên Yekgirtî yê bo mafên mirovan li Îranê ji wî welatî dixwaze di derbarê rêjeya pêkhateyên di girtîgehên Îranê de daxuyaniyekê bide.

 

Serokê Rêkxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê dibêje, nîvê wan keSên ku bi tohmeta siyasî û ewlehiyê hatine girtin, Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ne û yek ji 5 kesên ku li wî welatî tên bidarvekirin, Kurd in.

 

Raporteke din a Neteweyên Yekgirtî di derbarê binpêkirinên li Îranê de ye lê vê carê ev rapor li ser sîyaseteke sîstematîk a Tehranê ye li dijî Kurdan û kêmahiyan.

 

Disproportionate, peyveke Îngilizî ye, ku di raporta Neteweyên Yekgirtî de giraniyeke wê ya yasayî heye, gava amaje bi siyaseta nijadperest a hikûmetekê dike li dijî kêmahiyên olî û neteweyan. Ev peyv di vê raporta Neteweyên Yekgirtî de jî hatiye bikaranîn û dokumenta wê rastiyê kiriye ku Îran bi girtin û darvekirinê Kurd û kêmahiyên olî dike armanc.

 

Berpirsê yekem ê mijara mafên mirovan li Îranê di vê derbarê de bi fermî daxwazek ji Teharnê kir. Nûnerê Neteweyên Yekgirtî bo mafên mirovan li Îranê Cewad Rehman daxwazê ji Îranê dike ku di derbarê piraniya rêjeya pêkhateyên di girtîgehên Îranê de daxuyaniyekê bide.

 

Yek ji wan daxwazên bo hikûmeta Îranê ew e ku li ser piraniya hejmera kêmahiyên neteweyî yên di girtîgehan de û hatine bidarvekirin, divê belge û daxuyaniyê bidin.

 

Li şûna çavkaniyên navdewletî, Neteweyên Yekgirtî bo zanyariyên li ser ew binpêkirinan pişta xwe bi çalakvan û rêkxistinên herêmî û Kurdî ve girê dide, ji wan jî ew çalakvanê Kurd ê Rojhilatî ye ku endamên Şêwra Bajarê Cinevê yê Swîsreyê ye.

 

Endamê Komeleya Mafên Mirovan a Kurdisatana Îranê Teymur Elyasî bo Rûdawê got: “Nîvê girtiyên siyasî yên Îranê, Kurd in. Herwiha yek ji 5 kesên li Îranê tên bidarvekirin jî, Kur din. Bo me Kurd gelek girîng in ku wan binpêkirinên hatine kirin, bikin dokument.”

 

Li gel zêdebûna guvaşên rêveberiya Donald Trump li ser Îranê, lîsteya nîgeraniya Neteweyên Yekgirtî ji di derbarê binpêkirinên li Îranê dirêjtir dibe û nîgeraniya herî nû ya Neteweyên Yekgirtî jî neçarkirina jinan e bo serpoşîn û pabenda bi hîcabê.

 

Nûnerê Neteweyên Yekgirtî yê bo mafên mirovan li Îranê Cewad Rehman ragihand: “Naçarkirina bi zorê ya jina bo encamdana karekî binpêkirin e. Li gel vê naçarkirina jinan bo lixwekirin an jî nelixwekirina cûreyê cilûbergan li dijî yasaya navewletî ya mafên mirovan e.”

 

Divê ev nîgeraniyên Neteweyên Yekgirtî xwediyê encamên pratîk bin û bibin hincetên yasayî bo sepandina cezayê li dijî ew dezgehên ewlehiyê yên Îranê, ku çi peywendiya wan bi bernameya etomî ya Îranê re tune ne.

 

Balyoza Amerîka ya li Neteweyên Yekgirtî Nikky Haley dibêje: “Ji destpêka sala 2015a û vir ve rejîma Îranê hêzên ewlehiyê û Besîcan bi kar tîne bo rahêniya leşkerî ya zarokan û şandina wan a bo Sûriyê, daku bergiriyê li rejîma hov a Esed bikin. Me di destpêka vê hefteyê de çavkaniyên darayî yên hêzên Besîcan diyar kir û me çalakî encamdan bo ji bazar û sîstema aborî ya cîhanê werin qutkirin. Ev li şûna wê cezaya giran a Amerîkayê li dijî karta enerjî û nefta Îranê, ku kêmtirî 2 hefteyan maye werin cîbicîkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst