Senatorên Amerîkayî: Divê em Kurdan ji tolhildana hikûmeta Sûriyeyê biparêzin

45 xulek berê
Diyar Kurde
 Richard Blumenthal (li çepê) û Rick Scott / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Richard Blumenthal (li çepê) û Rick Scott / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Amerîka Senotor Richard Blumenthal Rick Scott Kurd Sûriye
A+ A-

Washington (Rûdaw) - Senatorên Amerîkî yên ji her du partiyên Demokrat û Komariyan tekez kir ku Amerîka li hemberî Kurdan berpirsyar e û divê rê li ber tolhildana hikûmeta Sûriyeyê ya li dijî wan bigire.

Senatorê Demokrat Richard Blumenthal û Senatorê Komarî Rick Scott ji nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde axivîn.

Her du senatoran jî dilgiraniya xwe ya derbarê rewşa dawî ya li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê anî zimên.

"Amerîka li hemberî Kurdan berpirsyar e"

Senator Richard Blumenthal diyar kir ku ji ber hevkarî û hevahengiya salên borî, berpirsyariya Amerîkayê ye ku Kurdan biparêze.

Blumenthal got: "Bi ya min, divê em Kurdan biparêzin, her wiha divê em gavan biavêjin da ku piştrast bibin ku ew ji her tolhildan û zexta hikûmeta Sûriyeyê tên parastin.

Amerîka li hemberî wan berpirsyar e çimkî di paşerojê de me bi wan re hevahengî kir û me bi wan re kar kir."

"Tawanên şer û binpêkariya li dijî mirovahiyê"

Nûçegihanê Rûdawê raporên derbarê kuştina sivîlan, jin û zarokan ji aliyê komên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê ve bi bîr xist. Senator Blumenthal ragihand ku wî hinek ji wan raporan dîtine.

Blumenthal wiha bersiv da: "Min hinek rapor dîtine. Ez bawer dikim ku divê bi her tawaneke şer re wekî binpêkariya li dijî mirovahiyê miamele were kirin."

Senatorê Demokrat her wiha eşkere kir ku ew bi hevkarên xwe re li ser projeyasaya Senator Lindsey Graham a ji bo parastina Kurdan kar dike lê ji îdareya Amerîkayê xwest ku piştgiriyeke zêdetir bide.

Dilgiraniya li ser girtîgehên DAIŞê

Li aliyê din, Senatorê Komarî Rick Scott bal kişand ser metirsiya DAIŞê û rewşa girtîgehan.

Scott li ser pirsa "Gelo derbarê rewşa Sûriyeyê, girtîgehên DAIŞê û êrişên li ser hêzên Kurdan ti dilgiraniya we heye?" wiha axivî:

"Belê. Beriya her tiştî, dema ku tu dinêrî, tu ji bo hemû wan kesên ku li seranserê cîhanê tên çewisandin, wan kesên ku hikûmetên wan karên xerab dikin dilgiran dibî.

Divê em fêm bikin ku dijminên me hene, wekî DAIŞê; divê em çareyekê ji wan kesan re bibînin ku dixwazin zererê bidin Amerîkayê, çi li vir be çi li derve."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst