300 keç û jin hatin rizgarkirin

29-04-2015
RÛDAW
Nîşan Artêşa Nijeryayê 300 keç û jin hatin rizgarkirin Boko Heram
A+ A-

 

Navenda Nûçeyan - Artêşa Nijeryayê ragihand ku hêzên wan nêzîkî 300 keç û jin ji destê koma Boko Heram rizgar kirine.

 

Berdevkê Artêşa Nijeryayê di daxuyaniyekê de got, hêzên wan duhî 200 keç û 93 jin ji destê Boko Heram rizgar kirine û 3 navendên wê komê li daristana Sambêza wîlayeta Borno li bakurê rojhilatê Nijeryayê têk birine.

 

Wezareta Bergiriyê ya Nijeryayê jî, eşkere kir ku encama şerê di navbera hêzên artêşê û çekdarên Boko Heram de ku destpêka vê heftiyên derketibûn, 46 leşker û 28 kesên sivîl hatine kuştin.

 

Li gorî rapoteke Wezareta Bergiriyê ya Nijeryayê, di wî şerî de 156 çekdarên Boko Heram hatin kuştin.

 

Di Nîsana sala 2014 de, çekdarên Boko Heram 276 xwendekarên dibistana Chibok revandin. Heta niha bi tenê 57 xwendekar xwe ji destê wê komê rizgar kirine û çarenivîsa xwendekarên din nediyare.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst