Yekîtiya Ewropayê bangî Îranê kir: Îdaman rawestînin û girtiyan serbest berdin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Îdam Yekîtiya Ewropayê EEAS
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Pêwendiyên Derve ya Yekitiya Ewropayê (EEAS) zêdebûna îdaman a li Îranê şermezar kir.

EEASyê bangî birêvebiriya Tehranê kir ku bidarvekirinan rawestîne û girtiyên mixalif berde.

EEASyê di daxuyaniya xwe de helwesta xwe ya prensîbî ya li dijî cezayê îdamê ducare kir û got:

"Em di her rewş û şertî de bi awayekî bibiryar û prensîbî li dijî bikaranîna cezayê îdamê ne.

Cezayê mirinê bi mafê jiyanê yê ku nayê dewrkirin û bi prensîba qedexekirina cezayên zalimane, dermirovî yan biçûkxistinê re nagunce."

Di salekê de zêdetirî 2 hezar kes hatin îdamkirin

Îran ji şoreşa sala 1979an û vir ve cezayê îdamê wekî amûreke zextê bi kar tîne.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) ku navenda wê li Amerîkayê ye, par ji aliyê Tehranê ve 2 hezar û 63 girtî hatin îdamkirin ku hinek ji wan li qadên giştî hatin bidarvekirin.

Yekitiya Ewropayê  xwest ku ew kesên ji ber bikaranîna mafên xwe hatine girtin bên berdan û got:

"Em bangî rayedarên Îranê dikin ku hemû kesên ku ji ber bikaranîna azadiya xwe ya derbirînê bi neheqî hatine girtin serbest berdin û polîtîkayeke domdar a ji bo rakirina cezayê îdamê bi temamî bipejirînin."

Di şertên şer de darizandin hatin lezkirin

Rayedarên Îranê nîşan dabûn ku ew plan dikin pêvajoyên darizandina bi hezaran kesên ku di dema şerê 6 hefteyan ê bi Amerîka û Îsraîlê re (ku 28ê Sibatê dest pê kiribû) hatine girtin lez bikin.

Vê rewşê, di bin şert û mercên şer de tirsa pêleke nû ya îdamên bikom derxist holê.

Rêxistinên mafên mirovan diyar dikin ku piraniya kesên hatine îdamkirin pêwendiya wan bi xwenîşandanan re heye an jî bi tohmeta "hevkariya bi dijminên biyanî re" rûbirû mane ku dikare cezayê îdamê li pey xwe bîne.

Şkence û îtîrafên bi zorê

Rêxistina Lêborînê ya Navneteweyî hişyarî da ku di çarçoveya xwenîşandanên meha kanûna paşîn de, îdamkirina girtiyan nêzîk e ku du kes ji wan Behayî ne.

Rêxistinê ragihand ku girtî ji bo "îtîrafê" bikin rastî şkence û kiryarên xerab hatine û ji mafên xwe yên parastina hiqûqî û lênêrîna tenduristiyê bê par hatine hiştin.

EEASyê rexne li wê yekê kir ku îdam wekî bersivekê ji bo aloziyên siyasî tê bikaranîn û wiha pê de çû:

"Em bi taybetî bikaranîna cezayê mirinê ya wekî bertekekê li hemberî mixalefeta navxweyî şermezar dikin.

Em banga xwe ya li rayedarên Îranê ducare dikin ku demildest dawî li sepandina cezayê îdamê yê li hemberî xwenîşanderan bînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst