Pekîn (Rûdaw) - Tiştê ku di "Auto Show 2026"an de tê dîtin tenê ne nîşandanek e, ew şoreşeke dîzaynê ye.
Li ser rûberê 400 hezar metreçargoşeyî, 6 hezar şirketên cîhanî dahênanên xwe yên herî nû anîne vê derê.
Ev otomobîlên ku wekî keştiyên asmanî xuya dikin, bi hişê çêkirî hatine xemilandin da ku bibin perçeyek ji jiyana paşerojê.
Şoreşa dîzaynê û hişê çêkirî
Çîn tenê dîzaynê naguhere, wê nexşeya aborî ya cîhanê jî kontrol kiriye.
Par bi firotina 30 milyon otomobîlan di nav welat de û hinartina 6 milyon otomobîlan ji bo derve, para şêr a bazarên Rojhilata Navîn ji bo xwe bi dest xistiye.
Ann Luya li şîrketa BYDyê dixebite li ser drona bargir wiha got, "Ev balafireke bêpîlot a elektrîkî ye, bêdeng e û dostê jîngehê ye.
Niha em li benda sertîfîkayê ne da ku wekî alternatîfeke nûjen ji bo veguhastina baran bixin xizmetê."
Kontrola li ser nexşeya aborî ya cîhanê
Tevî ku Çîn mezintirîn hinardekarê otomobîlan e li cîhanê lê ji ber ku bihayên erzan ji bo kontrolkirina bazarê bi kar tîne, hîn ji aliyê bihayê darayî ve li pey Almanya û Japonyayê ye.
Tian Yihana ji şirketa BAICê qala teknolojiya nû kir û got, "Ev kabîneyeke jîr û cuda ye; otomobîl 360 pileyan dizivire û bi kêlekî diçe.
Sala 2027an ev teknolojiya dê bigihîje qonaxa berhemanîna bikom."
Hevrikiya bi Rojava û welatên Ewropayê re
Birêvebirê Firotanê Cui Han jî tekezî li ser asta ewlehiyê kir û anî zimên: "Otomobîlên me bi çîpên Nvidia Thor û radara LiDAR hatine çêkirin.
Ev yek asta herî bilind a ajotina otomatîk û ewlehiyê li cîhanê dabîn dike."
Li vir li Pekînê, tiştê ku tê dîtin tenê pêşangeha otomobîlan nîne, belkî nîşandana hêza pîşesaziya Çînê ye.
Pekîn bi rêya pîşesazî, lez, berhemanîn û bi taybetî jî bi dahênana di otomobîlên elektrîkî de, bi eşkere dijberiya hegemoniya Rojava dike.
Niha otomobîl bûye perçeyek ji hevrikiyeke geopolîtîk ku dikare nexşeya bazar û hevpeymaniyan ji Asyayê heta Rojhilata Navîn biguhere.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse