Trump: Amerîka dikare dest deyne ser petrola Îranê

3 demjimêr berê
Nîşan Donald Trump Petrola Îranê Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Amerîka dikare "dest deyne ser petrola Îranê."

Trump ew yek wekî beşeke ji stratejiyeke berfirehtir a ji bo têkoşîna li dijî Tehranê nîşan da.

Donald Trump ji rojnameya Financial Timesê re destnîşan kir ku kontrolkirina çavkaniyên enerjiyê yên Îranê dikare wekî amûreke zextê were bikaranîn.

Serokê Amerîkayê rexne li siyaseta niha ya welatên Rojavayî girtin û diyar kir ku pêwîst e gavên bihêztir bên avêtin.

Tê pêşbînîkirin ku daxuyaniyên Trump bala navneteweyî bikişînin ser xwe.

Çimkî destdanîna ser binesaziya petrola welatekî din dê bibe sedema çêbûna pirsgirêkên qanûnî û jeopolîtîk ên cidî.

Şîrovekar hişyariyê didin ku gaveke bi wî rengî dikare aloziyan zêdetir bike û bibe sedema têkçûna aramiya herêmê.

Peyman

Donald Trump ji Financial Timesê re got, her peymana li gel Îranê divê tenê li dora yek mercê sereke be û ew jî ev e:

"Divê rê li ber Îranê were girtin da ku nebe xwediya çeka atomê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst