Koşka Spî: Şerê Îranê ber bi dawiyê ve diçe

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îran Koşka Spî Karoline Leavitt
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koşka Spî ragihand ku operasyona leşkerî ya li dijî Îranê gihîştiye qonaxa dawî.

Li gorî Koşka Spî, ji bo temambûna dema diyarkirî tenê çend hefte mane.

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê îro di civîneke rojnamegeriyê de axivî.

Wê diyar kir ku ji bo bidawîkirina şerê Îranê, dem wekî ku hatiye plankirin tê meşandin.

Karoline Leavittê destnîşan kir ku ew li bendê ne şer di navbera 4 heta 6 hefteyan de biqede.

Her wiha, wê bîlançoya li ser şiyana leşkerî ya Îranê bi raya giştî re parve kir.

Wê da zanîn ku tevî înkarkirina birêvebiriya Tehranê jî hevdîtinên nehênî erênî derbas dibin û tekez kir ku Amerîka amade ye cidiyeta Îranê test bike.

“Derbeyeke giran li pîşesaziya leşkerî ya Îranê ket”

Leavittê bal kişand ser mezinahiya derbeyên ku li artêşa Tehranê ketine û amarên leşkerî belav kirin.

Leavittê diyar kir ku di encama operasyonan de ji sedî 70yê pîşesaziya leşkerî ya Îranê hatiye îmhakirin.

Li gorî agahiyên ku wê dane, şiyana mûşek û dronan a wî welatî bi rêjeya ji sedî 90î kêm bûye.

Her wiha zêdetirî 150 keştiyên şer ên Îranê bi temamî ji kar hatine xistin.

“Li Tengava Hurmizê daxwaza xeracê nayê qebûlkirin”

Leavittê li ser rewşa dawî ya Tengava Hurmizê jî axivî.

Wê da zanîn ku ew li bendê ne di çend rojên pêş de 20 tankerên nû di tengavê re derbas bibin.

Berdevka Koşka Spî biryardariya Amerîkayê ya li herêmê dubare kir û wê bi zimanekî tund anî ziman ku ew dê daxwaza bac an jî "xerac"ê ya Îranê ya ji keştiyan ti caran qebûl nekin.

Hişyariya 'fersenda dîrokî' ji bo Tehranê

Leavittê li ser trafîka dîplomasiyê agahiyên balkêş dan.

Wê îdia kir ku di navbera gotinên rayedarên Îranê yên li pêşberî raya giştî û helwesta wan a di civînên nehênî de cudahiyên mezin hene û got:

"Ev ji bo Îranê fersendeke dîrokî ye da ku peymanekê îmze bike.

Eger na, ew dê rûbirûyî encamên gelekî giran bibin.

Ji bo ku em bibînin ka dê aliyê Îranê çi qasî bi sozên xwe ve girêdayî bimîne, em her soza wan bi baldarî dinirxînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst