Gelo otomobîlên karebayî yên Çînê dikarin li ber havîna Kurdistanê li ber xwe bidin?

3 demjimêr berê
Mehdî Ferec
Kargeheke otomobîlên karebayî ya li Çînê / Wêne: Rûdaw
Kargeheke otomobîlên karebayî ya li Çînê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Otomobîlên Karebayî Çin Kurdistan Batarya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di dilê pîşesaziya Çînê de, rojane bi hezaran bataryayên otomobîlên karebayî (elektrîk) tên hilberîn.

Ev batarya pişt re digihîjin bazarên cîhanê û Herêma Kurdistanê.

Lê pirsa bingehîn a li cem şofêrên Kurd ev e: Gelo ev teknolojî dikare li ber germahiya 50 pileyî ya Hewlêrê û hevraz û paldeyên Ezmer û Pirsê xwe ragire?

Tora Medyayî ya Rûdawê çû yekê ji wan kargehên ku li Çînê taybet bi çêkirina bataryayên otomobîlên karebayî ne.

Birêvebirê Bipêşxistina Bataryayan ê Şîrketa BAICê Li Ning, di bersiva van gumanan de ji Rûdawê re axivî.

Li Ning got, "Bataryayên me di ceribandinên gelekî dijwar re derbas dibin. Her çiqas Îraqê heta niha ji bo otomobîlên karebayî standartên taybet diyar nekiribin jî em li gorî standartên cîhanî yên Neteweyên Yekbûyî dixebitin."

Li Ning qala şêwaza ceribandinên xwe kir û wiha anî zimên:

"Di ceribandinên xwe de em bataryayê dixin hawîrdorekê ku germahiya wê digihîje 80 dereceyî.

Paşê em yekser germahiyê dadixin heta 20 pileyî di bin sifirê re.

Ev jî ji bo wê yekê ye ku em piştrast bibin ku dê li her derê bixebite."

Pergala sarkirina bi şiliyê

Bikarhênerên otomobîlên karebayî yên li Herêma Kurdistanê her tim ji du tiştan ditirsin:

Xerabûna bataryayê ya ji ber germayê û kêmbûna şiyana şarjkirinê ya piştî çend salan.

Lê endezyarên Çînî dibêjin ku ew pergala "sarkirina bi şiliyê" bi kar tînin.

Ev pergal jî rê li ber bilindbûna germahiya bataryayê ya li herêmên germ digire.

Endezyarê bataryayan ê heman kargehê Geng Zhao Ji jî got:

"Madeyên me yên xaneyî gelekî cîgir in û pergaleke me ya bipêşketî ya birêvebirina germê heye.

Ev yek wisa dike ku batarya her tim di pileyeke guncav a germê de bimîne û temenê wê dirêj bibe."

Pirsgirêk ne tenê kalîte ye

Pisporên navxweyî yên li Herêma Kurdistanê diyar dikin ku tenê kalîteya bataryayê têrê nake.

Li gorî wan, şêwaza şarjkirinê û bikaranîna şarjkerên neorjînal du sedemên sereke ne ku temenê van otomobîlan kurt dikin.

Ango li vê derê pirsgirêk ne tenê berhem bi xwe ye, hawîrdora bikaranînê û cureyê şarjkirinê jî pirsgirêk in.

Ji ber tirsa teqîn û şewatê, kargeh ceribandinên curbicur dike.

Lê ji bo şofêrê Kurd, "ezmûna li ser cadeyê" her tim ji "teoriya nava kargehê" bihêztir e.

Ezmûna li ser cadeyan girîngtir e

Welatiya Çînî Wang Xiao Fang 4 sal in otomobîla karebayî bi kar tîne.

Wang Xiao derbarê ezmûna xwe de wiha axivî û got, "Ez gelekî jê razî me. Bi şarjekê 6 heta 7 rojan dixebite.

Heta niha ti pirsgirêkeke min a bataryayê çênebûye û min qet tamîr nekiriye."

Nûçegihanê Rûdawê ji nava kargehê ev zanyarî dan:

"Di navbera pîşesaziya bilez a Çînê û bazareke dildar a wekî Herêma Kurdistanê de, milmilaniya pêbaweriyê berdewam dike.

Batarya li vê derê di testan de di hezaran ceribandinên dijwar re derbas dibin.

Lê ceribandina rasteqîn dê li ser cadeyên Herêma Kurdistanê û di bin tîrêjên tund ên tava havînê de be, dema ku temenê van otomobîlan ji 5 salan derbas bibe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst