WSJ: Amerîka vebijêrkên leşkerî yên derxistina uranyuma Îranê dinirxîne

3 demjimêr berê
Nîşan Donald Trump Îran Uranyum
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat angaştkirin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump vebijêrkên operasyona leşkerî ya ji bo destdanîna ser zêdetirî 400 kîlogram uranyuma dewlemendkirî (meyandî) ya li Îranê dinirxîne.

Rojnameya Wall Street Journalê (WSJ) nûçeya xwe spart rayedarên Amerîkayê yên ku nexwest navê xwe eşkere bikin.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku ev operasyon gelekî aloz û bi rîsk e û dibe ku pêwîstî pê hebe leşkerên Amerîkayê bi rojan an jî demeke dirêjtir li ser xaka Îranê bimînin.

Rayedaran angaşt kir ku Trump hîn biryara dawî nedaye ew metirsiyên ku dibe leşkerên Amerîkayê rûbirûyî wan bibin jî dinirxîne.

Wan rayedaran angaşt kir ku Trump ji şêwirmendên xwe xwestiye zextê li Îranê bikin da ku li beramberî bidawîbûna şer uranyumê radest bike û heger wisa neke, vebijêrka standina uranyumê ya bi zorê jî li ser maseyê ye.

Rayedarên Amerîkayî destnîşan kir ku di dema artêş li Îranê li hedefan dixe de, derbarê zehmetiyên operasyona derxistina uranyumê de brîfîng ji Trump re hatine dayîn.

Her wiha tê angaştkirin ku eger Trump fermanê bide, vebijêrkên alternatîv ên wekî bicihkirina yekîneyên piyade yên deryayî yên midaxeleya bilez û paraşutvanan li herêmê jî hatine amadekirin.

Zehmetiyên operasyoneke gengaz

Tê destnîşankirin ku Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) gelek hêmanên pêwîst ji bo operasyoneke wiha li herêmê amade kirine û ji bo ku vebijêrkên zêdetir bide Trump, ew bicihkirina 10 hezar leşkerên bejayî yên zêde dinirxîne.

Fermandarê berê yê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Orgeneral Joseph Votel diyar kir ku operasyon ne erkek e ku di demeke kurt de temam bibe û dabînkirina ewlehiya li qadê, rakirina kavilan û veguhastina materyalên nukleer a ji aliyê tîmên taybet ve dibe ku bi rojan biajo.

Beriya êrişên asmanî yên Îsraîl û Amerîkayê yên par ên li ser Îranê, dihat nirxandin ku Îran xwedî zêdetirî 400 kîlogram uranyuma ji sedî 60 meyandî û derdora 200 kîlogram madeya fîsîl (di hilberîna çekên nukleer û enerjiya nukleer de tê bikaranîn) a di asta ji sedî 20î de ye û ev materyal bi hêsanî dikare bibe asta ji sedî 90 a çekê.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio 27ê Adarê diyar kiribû ku Washington dikare bêyî pêwîstiya bi operasyona bejayî bigihe armancên xwe.

Wezîrê Parastinê Pete Hegseth jî 13ê Adarê nîşan dabû ku ew tercîh dikin Îran bi xwesteka xwe uranyumê radest bike lê eger nexwaze vebijêrkên leşkerî jî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst