ŞERÊ ÎRANÊ - Amerîka xwe ji bo êrişeke bejahî amade dike

2 demjimêr berê
RÛDAW
Avahiya Pentagonê / Wêne: Wikipedia
Avahiya Pentagonê / Wêne: Wikipedia
Nîşan Pentagon Îran Êrişa Bejahî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) li Washingtonê plana êrişeke bejahî ya li ser Îranê datîne.

Li gorî berpirsên Koşka Spî, li Pentagonê hinek tîm mijûlî amadekirina planekê ne da ku biryarê li ser êrişeke bejahî ya li ser Îranê bidin.

Berî ku ev biryar bê standin, divê Koşka Spî bi awayê fermî wê pesend bike.

"Zimanê ku Trump fêhm dike…"

Berdevkê Baregeha Xatemul Enbiyayê ya Supaya Pasdaran Îbrahîm Zulfîqarî li ser vê mijarê bertekeke tund nîşan da û got:

"Serokê Amerîkayê îsbat kiriye ku tenê ji zimanekî fêhm dike, ew jî zimanê hêzê ye.

Li hemberî gefên dawî yên Trump ên derbarê operasyoneke bejahî an dagirkirina her cihê ji axa Îranê de -ku bê guman ev tenê xewn û xeyalek e- em bi eşkereyî radigihînin: Cangoriyên Îslamê demeke dirêj e li benda gaveke bi vî rengî ne da ku îsbat bikin destdirêjî û dagirkerî ti encamê bi xwe re nayînin, ji bilî dîlbûneke gêjker, perçebûn û windabûna termên dagirkeran.

Fermandar û leşkerên Amerîkayê dê bibin xwarineke baş ji bo masiyên Kendavê."

31 roj in şerê li dijî Îranê didome

Ev 31 roj in ku şerê Amerîka û Îsraîlê yên li hemberî Îranê dest pê kiriye.

Li gorî daxuyaniyên Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) û artêşa Îsraîlê, heta niha li Îranê 15 hezar xal hatine armanckirin.

Ji destpêka şer ve Tengava Hurmizê hatiye girtin.

Ev yek bûye sedem ku bihayê bermîleke petrolê ji 72 dolaran derkeve zêdetirî 110 dolaran.

Gelo hêza bejahî tenê ji bo Tengava Hurmizê ye?

Li gorî ku çend berpirsên Koşka Spî ku ji medyaya Amerîkayê re axivîne, tê pêşbînîkirin ku hêza bejahî tenê ji bo kontrolkirin û vekirina Tengava Hurmizê bê bikaranîn.

Rojnamegerê Associated Pressê Konstantin Toropin li ser veguhestina hêzan wiha agahî dan:

"Firqeya 82yan a Çetirbazan (Airborne) yek ji wan çend yekîneyên êrişber ên bejahî ye ku di rojên borî de ber bi herêmê ve hatine şandin.

Her wiha artêşê ferman daye du yekîneyên Marînayê (Marine/hêzên deryayê) ku pisporên operasyonên daxistina bejahî û deryayî ne, da ku ber bi Rojhilata Navîn ve bi rê bikevin.

Erkê Firqeya 82yan di serî de destdanîna ser armancên bejahî û kontrolkirina wan e."

Li gorî amarên CENTCOMê û berpirsên Amerîkayê, niha nêzîkî 50 hezar leşkerên Amerîkayê li Rojhilata Navîn bicihkirî ne û 20 hezar leşkerên din jî ber bi herêmê ve diçin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst