Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump di peyama xwe ya herî nû de ragihand ku Amerîka ji bo bidawîanîna şer, bi "rejîmeke nû û maqûltir" a Îranê re di nav "dan û standinên cidî" de ye.
Trump gef xwar, heke peyman çênebe û Tengava Hurmizê neyê vekirin ew dê hemû santralên elektrîkê, bîrên petrolê, Girava Xarkê û heta stasyonên şêrînkirina avê jî bi temamî wêran bikin.
Donald Trump di posteke xwe ya li ser tora civakî ya Truth Socialê de, hûrgiliyên gefên xwe yên li ser Îranê eşkere kirin ku eger dan û standin têk biçin dê wan pêk bîne.
Trump wiha nivîsî, "Amerîka ji bo bidawîkirina operasyonên me yên leşkerî, bi rejîmeke nû û guncavtir a Îranê re di nav dan û standinên cidî de ye. Bipêşketineke mezin bi dest ketiye."
Gefa wêrankirina binesaziyan
Serokê Amerîkayê di beşeke din a peyama xwe de gef xwar û got:
"Lê heke ji ber her sedemekê di demeke nêzîk de peyman neyê kirin (ku tê pêşbînîkirin bê kirin) û heke Tengava Hurmizê tavilê ji bo bazirganiyê neyê vekirin, em dê bi teqandin û wêrankirina temamî ya hemû santralên hilberîna elektrîkê, bîrên petrolê û Girava Xarkê (û dibe ku hemû stasyonên şêrînkirina avê jî!) dawî li 'mayîna' xwe ya xweş a li Îranê bînin ku me bi qesdî heta niha dest nedabû wan."
"Ev dê bibe cezayek"
Trump her wiha amaje bi wê yekê kir ku ev dê bibe cezayek ji bo wan leşkerên Amerîkayê yên ku hatine kuştin û nivîsî:
"Ev dê wekî cezayekê be ji bo wan gelek leşkerên me û kesên din jî ku Îranê di maweya 47 salên 'hikumdariya terorê' ya rejîma xwe ya kevn de ew serjê kirin û kuştin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse