Rûsyayê êrişa li ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kir: Armanc belavkirina krîzê ye

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Maria Zakharova Rûsya Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharovayê ragihand ku ew êrişa bi dronê ya li dijî mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê bi tundî şermezar dikin.

Malpera fermî ya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê daxuyaniya Maria Zakharovayê belav kir.

Maria Zakharovayê diyar kir ku 28ê Adarê bi "droneke xwekuj" a ku nasnameya wê nediyar e êrişî mala Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê hatiye kirin.

"Êrişên li ser binesaziyên sivîl zêde dibin"

Maria Zakharovayê da zanîn ku Moskow ji ber şerên çekdarî yên li herêma Kendava Besreyê û zêdebûna êrişên li ser binesaziyên îdarî û sivîl gelekî dilgiran e û got:

"Em vê kiryara li dijî mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi tundî şermezar dikin."

Zakharovayê da zanîn ku armanca êrişê ew e ku krîza li herêmê li cografyayeke berfirehtir belav bikin.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê destnîşan kir ku aloziya heyî "bi êrişên bêhincet ên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê dest pê kiriye" û hişyarî da ku krîz gihîştiye asteke wêranker.

"Divê çareseriya dîplomatîk pêk were"

Maria Zakharovayê helwesta Rûsyayê ya li ser rawestandina şer a di demeke kurt de dubare kir û bangî aliyan kir ku aqilane tevbigerin.

Zakharovayê eşkere kir ku  Rûsya ji bo rawestandina demildest a çalakiyên leşkerî û çareseriya siyasî û dîplomatîk xwedî helwesteke bibiryar e.

Wê di dawiya daxuyaniyê de bangî hemû aliyan kir ku ji her cure êrişên li ser armancên sivîl dûr bisekinin.

28ê Adarê bi dronê êrişî mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li Dihokê hatibû kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst