Friedrich Merz: Em piştgiriyê didin rêkeftina Kurdan û Ehmed Şer

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Friedrich Merz Ehmed Şer Sûriye Kurdên Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwerzîrê Almanyayê Friedrich Merz diyar kir ku ew piştgiriyê dide rêkefrina Kurdan û Ehmed Şer

Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya ji bo Almanyayê, li Berlînê bi Serokkomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier re civiya.

Steinmeier li Koşka Bellevueyê pêşwaziya Ehmed Şer kir û her du alî li ser pêwendiyên dualî axivîn.

Ehmed Şer piştî vê civînê, beşdarî civîneke maseya gilover bû ku nûnerên cîhana karsaziyê ya Almanyayê tê de amade bûn. Mijara sereke ya civînê hevkariya aborî û hilberînên li Sûriyeyê bûn.

"Sûriye dikare bibe rêyeke ewle ya enerjiyê"

Ehmed Şer di civînê de bal kişand ser pêgeha stratejîk a Sûriyeyê û got:

"Sûriye bi saya cihê xwe yê stratejîk ê di navbera rojhilat û rojava de, dikare ji bo zincîreyên dabînkirinê û veguhastina enerjiyê bibe rêyeke ewle.

Bi taybetî bi rêya Deryaya Spî, em dikarin derfetên veguhastina bilez a ji bo Ewropayê pêşkêş bikin."

Ehmed Şer diyar kir ku rûxandina rejîma berê dawî nîne lê destpêka serdemeke nû ye.

Serokkomarê Sûriyeyê bangî şirketên cîhanê kir ku derfetên li Sûriyeyê binirxînin û got:

"Me nêzîkatiya 'bi rêya hilberînê avakirin' pejirandiye. Di sala ewil de qebareya hilberînê gihişt 59 milyar dolaran.

Ji bo avakirina binesaziya enerjiyê me planên nû amade kirine û di salên bê de pêdiviya me bi herî kêm 2 milyon xaniyan heye."

Esed Şeybanî: Sûriye êdî ne navenda krîzê ye

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî jî diyar kir ku Sûriye êdî tevlî civaka navneteweyî bûye.

Şeybanî got, "Sûriye êdî ne qada krîzê ye lê welatekî amadeyî hilberînê ye.

Rakirina siza û dorpêçên aborî bi piştgiriya Almanya û Amerîkayê ji bo me bû xaleke giring."

Şeybanî her wiha bal kişand ser 1,3 milyon Sûriyeyiyên ku li Almanyayê dijîn û got ew dikarin wekî pireke di navbera her du welatan de roleke giring bilîzin.

Ehmed Şer û Friedrich Merz li Berlînê: Sûriyeyeke nû ya bêçek û ya weberhênanê

Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer û Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz li Berlînê kongreyeke rojnamegerî ya hevbeş lidar xist.

Ehmed Şer di daxuyaniya xwe de êrişên Îranê yên li ser welatên Kendavê û axa Sûriyeyê şermezar kir û tekez kir ku ew li Sûriyeyê "dewleteke di nava dewletê de" qebûl nakin.

"Sûriyeya nû: Yekparçeyî û serweriya qanûnê"

Ehmed Şer nexşerêya Sûriyeya nû eşkere kir û got:

“Nerîna me ji bo Sûriyeya nû yekparçeyiya xakê û serweriya dewletê ye. Em rê nadin ku li derveyî saziyên dewletê çek hebin û ti rêveberiyeke din li derveyî rêveberiya navendî qebûl nakin.

Avakirina Sûriyeyeke bihêz bi sînordarkirina hêz û biryarê di destê dewleta rewa de mimkin e.”

Ehmed Şer her wiha êrişên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê şermezar kirin û bangî civaka navneteweyî kir ku berpirsyariya xwe bîne cih.

Wî diyar kir ku mesrefê ji nû ve avakirina Sûriyeyê zêdetirî 400 milyar dolarî ye û ev yek ji bo şirketên Almanyayê derfeteke mezin e.

Biryarnameya Hejmar 13 û mafên Kurdan

Serokkomarê Sûriyeyê bal kişand ser mafên pêkhateyan û got:

"Em welatekî xwedî çandên cihêreng in. Me di van demên dawî de 'Fermana Hejmar 13' derxist ku tê de mafên Kurdên Sûriyeyê û mîrata wan a çandî tê naskirin.

Em dixwazin nakokiyên dînî û neteweyî yên dema rejîma berê derbas bikin."

Vegera penaberan û hevkariya aborî

Ehmed Şer spasiya xelkê Almanyayê kir ji bo pêşwaziya penaberan û anî zimên ku avakirina atmosfereke guncav a hilberînê dê bibe sedema vegera penaberan.

Şer got penaberên Sûriyeyî yên ku fêrî zimanê Almanî bûne, dikarin di şirketên Almanyayê yên li Sûriyeyê de roleke giring bilîzin.

Merz: Em piştgiriyê didin pêvajoya Kurdan û Şamê

Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz pesnê Ehmed Şer da ji bo lihevkirina bi Kurdan re û got:

"Ez spasiya Şer dikim ku karî li gel pêkhateya Kurdan li Sûriyeyê li hev bike.

Pêvajoya tevlîkirina hêzên Kurdan di nav hêzên Sûriyeyê de didome. Ev yek ji bo ewlehiya herêmê giring e."

Merz di dawiyê de destnîşan kir ku Sûriyeyiyên ku tevlî sîstema Almanyayê bûne dikarin venegerin welatê xwe.

Wî diyar kir ku pêvajoyeke dirêj li pêşiya Sûriyeyê ye lê piştî hevdîtina bi Ehmed Şer re ew geşbîn e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst