Donald Trump: Mucteba Xamineyî sax e lê rewşa wî gelekî xirab e

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Marco Rubio Donald Trump Amerîka Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Washington bi Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf re dan û standinan dike.

Serokê Amerîkayê Donal Trump eşkere kir ku Mucteba Xamineyî sax e lê rewşa wî gelekî xirab e

Li aliyê din, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio jî tekez kir ku Trump di vî şerî de her tim rêya dîplomatîk tercîh dike da ku encamek were bi dest xistin.

Donald Trump ji rojnameya New York Postê re diyar kir ku dê di nava heftiyekê de diyar bibe bê ka ew û Tehran dikarin bi hev re bixebitin yan na.

Trump guherîna serkirdayetiya Îranê wekî "guhertineke bingehîn" pênase kir û got: "Serkirdeyên berê hatin guherandin û niha em bi hinek mirovên nû re diaxivin. Ew gelekî meqûltir in."

Trump derbarê Rêberê Bilind ê nû yê Îranê Mucteba Xamineyî de got ku heta niha ji aliyê raya giştî ve nehatiye dîtin.

Serokê Amerîkayê di berdewamiyê jî de got, "Washington di wê baweriyê de ye ku ew sax e lê rewşa wî gelekî xirab e û giran birîndar e."

Rubio: Mesajên rasterast di navbera her du aliyan de hene

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di hevpeyvîneke li gel kanala Al Jazeera de ragihand ku di navbera hinek aliyên li Îranê û Amerîkayê de bi rêya navbeynkaran peywendî û dan û standin hene.

Rubio rexne li pergala Îranê girtin û got, "Pergala Îranê dahata welatê xwe ji bo piştgiriya Hizbulah, Hemas û milîsên Şîe yên li Îraqê xerc kir û gef li cîranên xwe xwar."

Marco Rubio tekez kir ku eger li Îranê serkirdeyekî xwedî nêrîneke cuda derkeve, ew dê piştgiriyê bidin wî.

Tengava Hurmizê

Wezîrê Amerîkayê her wiha serweriya Îranê ya li ser Tengava Hurmizê wekî "şertekî deryasayî" pênase kir û got ku ti welat nabe vê yekê qebûl bike.

Rubio hişyarî da Tehranê û got, "Eger Îran piştî bidawîhatina operasyonê dîsa Tengava Hurmizê bigire, ew dê bi encamên giran re rûbirû bibe."

Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê ji 28ê Sibatê ve didome.

Di vî şerî de heta niha zêdetirî 1,340 kes hatine kuştin û 13 leşkerên Amerîkayê jî mirine.

Amerîkayê bi rêya Pakistanê pêşniyarek ji bo aştiyê gihandiye Tehranê lê her çi qas kanalên dîplomatîk ên nerasterast vekirî hiştine jî heta niha ew pêşniyar red kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst