Keştiya Gerald Ford ji Rojhilata Navîn vedikişe

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Keştiya Gerald Ford Vekişîn Rojhilata Navîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Keştiya balafiran a herî mezin û bipêşketî ya Amerîkayê, Rojhilata Navîn bi cih dihêle û vedigere welêt.

Ev biryar piştî geşteke dîrokî û beşdarbûna di operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê de hat dayîn.

Du berpirsên bilind ên Amerîkayê ji ABC Newsê re ragihand ku keştiya balafiran a "USS Gerald R. Ford” dawî li erka xwe aniye.

Li gorî agahiyan, Gerald Ford û sê keştiyên din ên ûer (Mahan, Winston Churchill û Bainbridge) dawî li erkên xwe yên li herêma Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) anî û ber bi Bendera Norfolkê ya li Virginiayê ve bi rê ketin.

Keleha gerok

Tiştê ku vê geştê ji yên din cuda dike, dema wê ya dirêj e.

"Gerald Ford" di dîroka keştiyên firokehilgir ên Amerîkayê de piştî Şerê Vîetnamê, maweya herî dirêj a erka leşkerî tomar kir.

Keştî wekî "keleheke gerok" ji Ewropayê çûye Deryaya Karayîbê û paşê jî ber bi Deryaya Spî ve bi rê ketiye.

Ji wê derê jî ji bo destpêkirina operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê hatiye bikaranîn. Heta du caran çûye nav avên Deryaya Sor jî.

Li heman herêmê 3 keştiyên balafiran

Hebûna keştiya şer a "Gerald Ford" a li Rojhilata Navîn di demekê de bû ku du keştiyên din ên wekî wê li herêmê bûn.

Ew keştî, Abraham Lincoln û George Bush bûn.

Ev cara ewil e ku piştî sala 2003yan Amerîka bi sê keştiyên balafiran û hêzeke ew qasî giran li herêmê amade dibe.

Ev yek wekî peyameke tund ji bo neyarên Washingtonê dihat şîrovekirin.

Li gorî planê ev koma keştiyên şer di hefteyên bê de bigihin beravên Amerîkayê.

Van keştiyan demeke dirêj erka parastina berjewendiyên Washingtonê yên li herêmê girtibû ser milê xwe.

Keştiya firokehilgir USS Gerald R. Ford wekî keştiya şer a herî bipêşketî û giranbuha tê qebûlkirin.

Mesrefa çêkirina wê nêzîkî 13 milyar dolarî ye û dikare zêdetirî 75 balafirên şer hilgire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst