Axios: Trump ji bo Tengava Hurmizê êrişeke bejahî difikire

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Amerîka Îran Êrişa Bejahî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump dê pêncşemê bi fermandarên bilind ên leşkerî yên welatê xwe re bicive.

Ew dê çend planên nû yên leşkerî yên li dijî Îranê gotûbêj bikin.

Li gorî raporeke malpera Axiosê ya Amerîkayê ku dispêre du çavkaniyên ku ji mijarê agahdar in, Fermandarê CENTCOMê Brad Cooper dê li ser planên nû agahiyên hûrgilî bide Donald Trump.

Ev civîn nîşaneke zelal e ku Trump bi awayekî cidî difikire ku operasyonên leşkerî ji nû ve bide destpêkirin.

Bi vê yekê ew dixwaze Tehranê di dan û standinan de neçarî tawîzan bike yan jî derbeyeke dawî li pêgehên Îranê bixe.

Plana êrişa “kurt û xurt”

Çavkaniyan eşkere kir ku CENTCOMê ji bo pêleke êrişên "kurt û xurt" planek amade kiriye ku dê binesaziyên stratejîk ên Îranê bike armanc.

Armanca vê planê ew e ku dawî li wî xitimîna dîplomatîk bîne ku di dan û standinên Pakistanê de derketiye holê.

Washington bi hêvî ye ku piştî van êrişan, Îran bi nermiyeke zêdetir vegere ser maseya dan û standinan, bi taybetî jî di pirsgirêka bernameya xwe ya nukleerî de.

Yek ji planên din ên hestiyar ku dê deynin ber Trump, kontrolkirina beşeke Tengava Hurmuzê ye.

Armanc ew e ku rê li ber keştiyên bazirganiyê were vekirin.

Çavkaniyekê diyar kir ku di vê operasyonê de îhtimala bikaranîna "hêzên bejayî" heye.

Ev yek dê di stratejiya şer de bibe guhertineke mezin çimkî heta niha pevçûn zêdetir di çarçoveya êrişên asmanî û deryayî de bûn.

Her wiha qala vebijêrkeke din jî tê kirin. Ew jî operasyoneke hêzên taybet e da ku dest deynin ser depoyên uranyuma dewlemendkirî ya Îranê.

Bi vî awayî dixwazin rê li ber Tehranê bigirin da ku wan madeyan ji bo çêkirina çekên nukleerî bi kar neyne.

Ambargoya deryayî û vebijêrka leşkerî

Tevî van planên leşkerî jî Donald Trump çarşemê ji Axiosê re ragihand ku ew ambargoya deryayî ya li ser Îranê "ji êrişa leşkerî hinekî bibandortir e."

Çavkanî dibêjin ku Trump niha ambargoyê wekî çavkaniya sereke ya zextê dibîne.

Lê eger Îran amade nebe ku ji daxwazên xwe paşve gavan biavêje, ew dê vebijêrka leşkerî pêk bîne.

Tê payîn ku Serokerkanê Hêzên Amerîkayê General Dan Caine jî beşdarî civîna pêncşemê bibe.

Plandanerên leşkerî yên Amerîkayê hemû îhtimalan gotûbêj dikin.

Yek ji wan îhtimalan jî ew e ku Îran wekî tolhildana ambargoya deryayî bersiveke leşkerî bide hêzên Amerîkayê yên li herêmê.

Ev civîna Trump û Brad Cooper, civîneke wekî wê tîne bîra mirovan ku 26ê Sibata borî hatibû kirin.

Ew civîn tenê du rojan beriya destpêkirina operasyonên hevbeş ên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê pêk hatibû.

Çavkaniyeke nêzîkî Trump dibêje ku wan agahiyên di civîna sibatê de dabûn serok, roleke sereke lîstiye di biryara Trump a ji bo destpêkirina şer de.

Hejmara hêzên Amerîkayê gihişt asta 2003yan

Keştiya balafiran a "Gerald R. Ford" 19ê Nîsanê piştî nûjenkirinê vegeriya Rojhilata Navîn.

Bi vê yekê re, sê keştiyên balafiran û zêdetirî 12 keştiyên şer ên Amerîkayê niha li herêmê ne.

Her wiha, nêzîkî 30 helîkopterên şer ên ji cureyê "Sea Hawk" û "Osprey", û du keştiyên din ên şer ên taybet bi operasyonên bejayî yên bi navê "Tripoli" û "Boxer" li herêmê amade ne.

Cara dawî ku Amerîkayê ev hêza ew qas zêde li herêmê kom kiribû, sala 2003yan bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst