Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) rapora xwe ya Azadiya Ragihandinê ya Cîhanê ya sala 2026an ragihand.
Li gorî raporê, azadiya rojnamegeriyê li seranserî cîhanê gihîştiye asta xwe ya herî kêm.
Birêvebirê Giştî yê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Thibaut Bruttin li ser raporê 3 xalên girîng destnîşan kir û diyar kir ku azadiya rojnamegeriyê ji sala 2002yan û vir ve di asta herî kêm de ye.
Brutin her wiha diyar kir ku pileyên Amerîka, Ekwador û Perûyê jî bi awayekî berbiçav daketine.
Li gorî amarên raporê, nîvê welatên cîhanê, anku 94 welat, wekî cihên metirsîdar ji bo karê rojnamegeriyê hatine destnîşankirin.
Welatên wekî Erître, Koreya Bakur û Çînê di warê xirabiya azadiya rojnamegeriyê de di serê rêzbendiyê de cih digirin.
Norwêc jî wekî welatê herî ewle yê ji bo rojnamegeran hat dîtin.
Rewşa welatên Rojhilata Navîn
Welatên Rojhilata Navîn jî di nav welatên herî metirsîdar de ne.
Di nav 180 welatên cîhanê de, Sûriyeyê pileya 177an, Îranê pileya 176an û Îraqê jî pileya 155an girtiye.
Birêvebirê Ofîsa Asyayê ya RSFê Cedric Alviani ragihand ku azadiya rojnamegeriyê ne bi wê wateyê ye ku dezgehên medyayê çi bixwazin bikin an jî xwediyên medyayê wê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin.
Li gorî raporê, sala 2022yan ji sedî 20ê xelkê cîhanê li welatên ku rewşa wan "baş" bû dijiyan lê îro ev rêje daketiye ji sedî 1ê.
Li Tirkiyeyê 14 rojnameger girtî ne
Tirkiye di rêzbendiya azadiya rojnamegeriyê de 4 pile ber bi paş ve çûye û ketiye rêza 163an ku sala 2002yan di rêza 99an de bû.
Li Tirkiyeyê rojnameger bi tawanên wekî "belavkirina zanyariyên şaş", "heqareta li Serokkomar" û "reşkirina saziyên dewletê" tên darizandin.
Li gorî amarên 28ê Nîsana 2026an, li Tirkiyeyê 14 rojnameger girtî ne.
Pileyên hinek welatên din di raporê de wiha ne:
Amerîka: 64
Arjantîn: 98
El Salvador: 143
Îraq: 162
Belarûs: 165
Myanmar: 166
Nikaragua: 168
Misir: 169
Îran: 177
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse