Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz ji Îranê xwest ku vegere ser maseya guftûgoyan a bi Amerîkayê re da ku şerê wan ê 8 hefteyan bi dawî bibe.
Merz hişyarî da ku girtina Tengava Hurmuzê ya ji aliyê Tehranê ve zerereke mezin a aborî daye cîhanê.
Serokwezîrê Almanyayê bangî welatên Ewropayê kir ku zexta cezayan a li ser Tehranê zêde bikin.
Friedrich Merz serdana baregeheke leşkerî ya welatê xwe kir û li wê derê axivî.
Merz got, "Divê Îran dev ji demkuştinê berde. Ew êdî nikare tevahiya herêmê û cîhanê wekî dîl bigire."
Merz ji bo ku aloziyên bi Washingtonê re kêm bibin bal kişand ser pêwendiyên xurt ên Almanyayê yên bi Amerîka û Hevpeymaniya NATOyê re.
Aloziya di navbera Merz û Trump de
Ev daxuyaniyên Serokwezîrê Almanyayê piştî rexneyên wî yên li ser Amerîkayê hatin.
Merz duşema borî siyaseta Amerîkayê rexne kiribû û gotibû ku "stratejiya derketinê" ya Washingtonê ji şerê Îranê nîne.
Ev daxuyaniyên Merz, Serokê Amerîkayê Donald Trump hêrs kiribû.
Donald Trump di bersiva xwe de gotibû ku Merz "nizane qala çi dike".
Piştî van gotinan, Trump gef xwaribû ku ew dê li biryara kêmkirina leşkerên Amerîkayê yên li Almanyayê ji nû ve bifikirin û pêdaçûnê bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse