Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê di konfransa rojnamevanî ya xwe ya heftane de ragihand, Rûsya di mijara êrişa Tirkiyê ya li dijî Efrînê de xiyanet li kurdan nekiriye.
Mariya Zaxarova daxuyaniyên rayedarên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê yên derbarê xiyaneta Rûsya li hember Kurdan de red kir û got, Rûsya ji rewşa ku li bakurê Sûriyê çê bûye, neberpirsyar e û tekez kir, ku “Tirkiye rewşa li bakurê Sûriyê weke gef û metirsî li ser ewlehiya xwe ya niştimanî dibîne” û ji ber wê êrişî Efrînê kiriye.
Zaxarova got: “Em dibînin ku hin siyasetmedarên kurd di daxuyaniyên xwe de dibêjin ku Rûsya çavê xwe ji operasyona Tirkiyeyê ya li ser Efrînê girtiye û xiyanet li kurdan kiriye. Di vê çarçoveyê de em dixwazin bêjin ku Tirkiye rewşa li bakurê Sûriyeyê ji bo ewlehiya xwe wek xeterekê dibîne, Rûsya ji çêbûna rewşê berpisyar nîne.”
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê herwiha da xuyakirin, hin aliyan rêgirî li hewlên hikûmeta Sûriyê yên ji bo kontrolkirina axa wî welatî kirin û diyar kir, Moskow li hember vê rewşê jî xwe berpirsyar nabîne.
Li aliyekê din Zaxarova destnîşan kir, ku Rûsya piştgirî li hikûmet, serwerî û yekîtiya axa Sûriyê dike û li herêmê piştgiriyê nade ti hêzan ku bi dewleta Sûriyê re bikeve nava rikeberiyê.
Di destpêka êrişa Tirkiyê ya li ser Efrînê de, Fermandarê Giştî yê YPGê Sîpan Hemo di daxuyaniyekê de gotibû, “Rûsya ku du sal bû li Efrînê xwedî hêz bû, xiyanet li kurdan kir.”
Herwiha hevseroka baskê siyasî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku bi Encumena Sûriyeya Demokratîk tê naskirin, Îlham Ehmed jî duh di hevpeyvînekê de ragihandibû, ku “êrişa li ser Efrînê bi lihevkirina Tirkiyê û Rûsyayê û bi bêdengiya civaka navdewletî” pêk hatiye.
Artêşa Tirkiyê ji 20ê Çileya 2018ê ve bi alîkariya çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê dest bi êrişeke berfireh bo ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kiriye, ku niha di roja danzedehem de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse